Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (1)

  • 09:02 1 Sibat 2025
  • Dosya
Operasyona herî mezin a dîrokê ‘Gladîo’
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku komploya navneteweyî ya li hember xwe wek ‘Operasyona gladîo’ bi nav kir, gav bi gav çawa pêş ket? Pêkanîna komployê û têkoşîna li dijî komployê geşedanên dîrokî derxist holê.
 
Têgehên komploya navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de ket lîteratura Kurdan. Rêberê PKK’ê vê dîrokê wek ‘operasyona NATO-Gladîo’, ‘destpêka sêyemîn şerê cîhanê’, ‘yekemîn gava mudaxalekirina Rojhilata Navîn’ digire dest.
 
Ev komplo çima pêş ket, pêvajo gav bi gav çawa pêş ket, armanc çi bû?
 
Li sînor tehdîd
 
Gava ewil a komployê di payîza 1998’an de, beriya 15’ê Sibata 1999’an hat avêtin. Nêzîkî mehek beriya 9’ê Cotmeha 1998’an ku roja destpêkirina komploya navneteweyî ye, ji bo ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derkeve, zext li hikûmeta Sûriyeyê destpê kir. Di 16'ê Îlona 1998'an de Fermandarê Hêzên Bejayî yê wê demê Orgeneral Atilla Ateş li ser sînorê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de gef li hikûmeta Sûriyê hat xwarin û hat xwestin ku Abdullah Ocalan ji Sûriyê derbikeve. Bi vî awayî gava yekemîn a destpêkirina komployê hat avêtin. Hikûmeta Sûriyê dest bi zextên giran kir.
 
Komplo û hevkariya Kurd
 
Piştî daxuyaniya li ser sînorê Sûriyeyê, di 17'ê Îlona 1998'an de dest bi hewldanan kirin ku hevkariya Kurdan bikeve nava tevgerê. Pêşî Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî bi tevlîbûna DYA û Îngilîstanê ji bo Enqereyê hat vexwendin û piştre jî bi Serokê Giştî yê YNK'ê re hevdîtinek pêk hat. Li paytexta Amerîkayê Washintonê di navbera PDK-YNK-DYA de peymanek hat îmzekirin.  Bi vî awayî ev hêz tevlî komployê bûn.
 
Civîn û tehdîdkirina Sûriyeyê
 
Yek ji pêngavên komploya li dijî Abdullah Ocalan, piştî civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya di 30’ê îlona 1998’an de li Tirkiyeyê bi serokatiya Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel, pêk hat û piştî vê peyama ku di 1’ê Cotmeha 1998’an de hat dayîn destpê kir. Suleyman Demirel di axaftina xwe de gefa wê mudaxaleya leşkerî li Sûriyeyê bikin xwar.
 
Li sînor tatbîkat
 
Di 3’yê Cotmehê de li Îskenderunê ku li sînorê Sûriyeyê bû, DYA’yê bi tevlibûna hezaran leşkerî tatbîkat pêk anî. Israîlê li Girê Golan hêzên xwe bicih kir. Tirkiyeyê jî  ji Hatayê heta Cizîr a Şirnexê yekîneyên xwe bicih kir. Hemû amadekarî bi armanca amadekariya şer bû.
 
Ji Sûriyeyê derketin
 
Sûriye li dijî tehdîd û zextan serî tewand û xwest Abdullah Ocalan ji welat derkeve. Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û çû Atîna ya Yewnanîstanê. Wezîrê Veguhestinê yê berê yê Yewnanîstanê û parlamenterê PASOK Kostas Baduva ku Abdullah Ocalan vexwendiyê Atînayê kir, soza xwe neanî cih û rayedarê payebilind yê îstîxbaratê Stavrakakaîs ew pêşwazî kir. Daxwaza Abdullah Ocalan a îltîcakirinê nabin dadgehê û dixwazin hema Yewnanîstanê terk bike. Heman rojê dibin paytexa Moskov a Rûsyayê. Abdullah Ocalan 33 rojan li wir dimîne.
 
Tevî biryara Duma daxwaza starbûnê nayê qebûlkirin
 
Serokwezîrê demî yê Tirkiyeyê Mesut Yilmaz da zanîn ku îstîxbarat hatiye ji wan re ku Abdullah Ocalan li Rûsyayê ye. Li ser vê Abdullah Ocalan daxwaza starbûnê ji Duma dike. Duma di 4’ê Mijdara 1998’an de qebûl dike. Lê berdevkê serokatiya wezareta karê hundir a DYA’yê James Rubîn got divê kes daxwaza starbûna Ocalan qebûl neke. Tevî biryara Duma, serokezîrê Rûsyayê yê demî Yevgenî Prîmakov dixwaze Abdullah Ocalan ji Rûsyayê derkeve û 9 roj dem dide.
 
Derbasbûna Îtalyayê 
 
Abdullah Ocalan li ser vê di 12’ê mijdara 1998’an de ji nûve bi hewldanên parlamenterên PFC’ê Ramon Mantovanî derbasî Îtalyayê dibe. Çawa dadikeve Romayê tê girtin û serlêdana starbûnê dike. Lê li vir jî zext destpê dikin. Wezîrê karê derve yê demî yê DYA’yê Medeleîne Albrîght daxuyaniyê dide û dibêje bila kes Abdullah Ocalan qebûl neke.
 
Ji nûve Rûsya…
 
Abdullah Ocalan li ser zextan ji Îtalyayê derdikeve û diçe Rûsyayê. Abdullah Ocalan diçe Rûsyayê û li cihê dimîne dernaxin derve. Rûsya carek din qebûl nake. Abdullah Ocalan di 20’ê Çileyê 1999’an de diçe gundekî Bîşkek a Tacîkîstanê. 8 rojan li wir dimîne û 28’ê Çileyê 1999’an de diçe Moskovê. Abdullah Ocalan 29’ê Çileyê 1999’an de dîsa dibin Atîna ya Yewnanîstanê.
 
Cara duyemîn Yewnanîstan û kemîn
 
Abdullah Ocalan 30’ê Çile de diçe Yewnanîstanê lê li vir jî tê tehdîdkirin û dixwazin terk bike. 31’ê Çile de bi hewldanên Yewnanîstanê dibin paytexta Mînsk ya Rûsya Spî. Abdullah Ocalan 31’ê Çile de ji ber zextan vedigere Atînayê.  Lê bi hevkariya NATO’yê nahêlin dakeve balafirgehê.
 
Li şûna Başûrê Afrîkayê Kenya
 
Abdullah Ocalan di 2’yê Sibatê de dibin paytexta Naîrobî ya Kenyayê. Sefîrê Kenyayê  Kostoulas pêşwazî dike. 
 
Revandin
 
Di 15’ê Sibatê de Kenya daxwaz dike ku Abdullah Ocalan derkve derveyê sînor û Abdullah Ocalan bi şertên ku diçe Hollandayê ji avahiya seferatxaneyê vediqete. Bi operasyonek korsanwarî tînin Tirkiyeyê. 
 
Di asta global de têkoşîn
 
Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata heta niha li Grava Îmraliyê berxwe dide. Di vê pêvajoyê de paradîgma pêşxist û perspektîfa çareseriyê danî holê. Paradîgma wî li hemû cîhanê hat qebûlkirin û têkoşîna ji bo azadiya wî didome.
 
Kampanya global di sala duyemîn de ye
 
Di 10’ê cotmeha 2023’an de kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat destpêkirin û kampanya bi bandor hat meşandin. Di encama kampanyayê de 28’ê Mijdarê de heyeta Îmraliyê piştî salan şûnde  bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd peyama ji 7 xalan pêk dihat ragihand.