Li navendên vegerê çi diqewime? (4)

  • 10:53 30 Çile 2025
  • Dosya
 
 
Bi çavên parêzeran navendên vegerê
 
Derya Ren
 
RIHA – Rêvebera Şaxa OHD'ê ya Rihayê Dîcle Aksû ku li ser tacîz, tecawiz û îşkenceya li Navenda Vegerê ya Demkî ya Harranê nirxandin  got, "Baweriya jinên koçber bi dewleta Tirk û pergala darazê nayê. Ji ber ku lêpirsîneke bi nandor derbarê erkdarên dewletê de nayê kirin ev rewş her ku diçe zêde dibe."  
 
Li gel ku binpêkirinên mafan ên li Navendên Veger û Stargehên Demkî kûrtir dibin, bi polîtîkayên bêcezakirinê yên hikûmetê re ev rewş jî digihê asteke din. Li aliyê din parêzerên ku dixwazin li van navendan bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin jî tên astengkirin û pêkanînên cuda li ser parêzerên li dijî vê yekê tên ferzkirin. Jinên penaber ên ku xwegîhandin ajansa me, tacîz, destavêtin û îşkenceya ku li wan hatiye kirin vegotin.
 
Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Dîcle Aksu, der barê mijarê de nirxandinan kir.
 
Binpêkirina mafan
 
Dîcle Aksu, diyar kir ku li Navendên Veger û Parastina Demkî yên ku koçber lê dimînin binpêkirin zêde ne û wiha got: “Li gorî bûyerên ku ji GGM û kampên Rihayê em dişopînin û muwekîlên me şahidî kirine, ev yek pir eşkere tê dîtin û di pratîkê de gelek bûyerên neqanûnî pêk tên. Beriya her tiştî ji kapasîteya wan zêdetir mirov li kampan bi cih kirine. Di warê nivîn, xwarin, tenduristî û paqijiyê de xeteriyeke mezin heye. Kes ji ber nebûna nivînan li erdê radizên û  nivînên heyî jî qirêj dimînin û ji ber vê yekê koçberên li wir dimînin pirsgirêkên wan ên tendirustiyê zêde dibin. Rastiya ku kontrola tendirustiyê ya koçberan nayê kirin jî xeteriya heyî li ber çavan radixwe."
 
'Mafên wan tên desteserkirin'
 
Dîcle Aksû têkildarî hevdîtina xwe ya bi penaberek li GGM’ê re axivî û wiha got: “Koçberek ku ez çûm cem diyar kir ku ji aliyê erkdarên li wê derê  ve ji serê xwe derb xwariye û li gel vê jî ew nebirine nexweşxaneyê. Dema ku em bi cîgirê rêveber re li ser vê yekê axivîn, wî got ku tu pirsgirêk nîne û pêwîstî bi sewqkirina nexweşxaneyê tune yeç. Herwiha îdia kir ku doktorê li kampê têra xwe kontrol kirine. Lêbelê, ne mimkûn e ku meriv di derheqê pirsgirêka tenduristiya kesê ku ji serê xwe derb xwaribe bêyî tomografî bê kirin biryareke bi vî rengî bide. Dema em li vê bûyerê dinêrin jî em dibînin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên koçberan bi tu awayî cidî nayên girtin. Her wiha ji bo zarokên di bin 18 saliyê re li gel koçberan dimînin jîngehek guncaw nayê peyd kirin. Pêdiviyên van zarokan ên weke perwerde, tenduristî û xwarinê tên paşguhkirin. Herwiha, rastiya ku koçberên li kampan ji piştevaniya qanûnî bêpar in û nîşan dide ku mafên mirovan bi giştî hatine desteserkirin."
 
'Astengî tên derxistin'
 
Dîcle Aksu, diyar kir ku dema parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk tînin pêkanînên ku di qanûnê de cih nagirin derdikevin holê û wiha dewam kir: “Piştgiriya werger tune ye û di gihandina belgeyan de jî astengî hene.  Bi gelemperî,  ev kamp hem qanûn û peymanên neteweyî û hem jî navneteweyî binpê dikin, ji ber ku nayên kontrolkirin kiryarên neqanûnî bûne rûtînek asayî."
 
Nikarin li edaletê bigerin
 
Jinên ku beşên civakê yên herî dezavantaj in, weke her derê li kampên vegerê jî zêdetir tundî li wan tê kirin. Tevî ku jin bi tacîz û şîdeta erkdarên mêr ên dewletê re rûbirû dimînin, nikarin serî li tu derê bidin. Ji ber ku difikra wê tu encamê bi dest nexin de ne.   Di vê nuqteyê de baweriya jinên koçber bi dewlet û pergala darazê ya Tirkiyeyê gelekî kêm e. Ev rewş ji ber nebûna lêkolînên edlî û îdarî yên bi bandor li dijî erkdarên ku tecawiz û tacîzê dikin pêk tê û her ku diçe zêde dibe. Jin ji aliyê fîzîkî û psîkolojîk ve ji ber van tacîz û tecawizê bi giranî bandor dibin."
 
Banga hestiyariyê dikin
 
Dîcle Aksu diyar kir ku divê der barê bûyerên diqewimin de lêpirsîn bê destpêkirin û wiha got: “Ji ber ku rewşa delîlên piştî bûyerê wê bandoreke mezin li zelalbûna bûyerê bike, divê demildest lêpirsîn bê vekirin. Her wiha gelekî girîng e ku hemû Saziyên Sivîl û saziyên din hesasiyetê nîşan bidin, ji ber ku ev bûyer eşkere bibe dê kontrola li kampên Rihayê û bajarên din zêde bike û rê li ber kiryarên keyfî bigire. Wek hiqûqnas mafê me heye ku bêyî ferq û merc, di çarçoweya qanûnê de bi muwekîlên xwe re di hawîrdoreke ewle de em hevditinan bikin û agahiyan bigirin. Tevî ku ew ne girtîgeh an navendek binçavkirinê ne jî, pêkanînên mîna cezayê li ser koçberên li wir dimînin têne ferz kirin," 
 
Veguheriye girtîgehê'
 
Dîcle Aksu bi bîr xist ku di hevdîtina parêzeran a bi muwekîlên xwe re çi qewimiye û wiha got: “Ji ber ku hempîşeyên meberiya hevdîtina bi muwekîlên xwe re di axaftina bi telefonê de zehmetiyan dikişînin.  Herwiha di dema wergirtina dosyayan de bi zorê îmzakirina raporê û ne temambûna dosyayên ku dane wan, li dijî qanûnê ne. Kêmbûna zanyariyên qanûnî yên karmendên ku li wir dixebitin ji bo me dibe sedema pirsgirêkên mezin. Her wiha, her gava ku em diçin kampê, ev rastî diguhere, îspat dike ku qanûnek bi rêkûpêk ûnayê cîbicîkirin. Koçber dixwazin dengê xwe bigihînin cîhanê û diyar dikin ku ew di vê cîhana tarî de ku timî derî li ser wan girtî ne, bêçare û bitenê ne, lê ew ne bi rêya parêzerên xwe û ne jî bi awayekî din nikarin dengê xwe bidin bihîstin."