
‘Mifteya aştiyê azadiya serokatiyê ye’
- 09:04 15 Cotmeh 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Karşiyaka ya Îzmîrê Havva Bayram der barê kampanyaya ji bo mafê hêviyê tê meşandin axivî û da zanîn ku gel xwedî lê derdikeve û wiha got: “Em aştiyê bixwazin divê ewil azadiya fîzîkî ya serokatiya me pêk bê.”
Piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde, der barê pêvajoya çareserî û diyalogê de bang hatin kirin. Vê bangê hem li Tirkiye hem jî li Kurdistanê deng da. Lê tevî dema derbasbûyî der barê azadiya Abdullah Ocalan de tu gav nehatin avêtin û tecrîd didome. Li dijî vê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelek saziyan ji bo aştî û mafê hêviyê pêk bê kampanya îmzeyan da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de li Îzmîrê jî kampanya hat destpêkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Karşiyaka ya Îzmîrê Havva Bayram der barê kampanyayê de axivî û got eleqeya ji bo kampanyayê gelek mezin e.
Havva Bayrdam da zanîn ku der barê kampanyayê de li tax û navçeyên cuda stand vekirine, çalakiyên zincîra aştiyê û meşan pêk tînin. Havva Bayrdam wiha got: “Di vê pêvajoyê de em li dora kampanyaya mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan tê meşandin hatin gel hev. Eleqeya gel mezin e. Bi coş û kelecan pêşwazî dikin. Heta ji destê me bê em hewl didin bibin bersiva pirsnîşanan û nakokiyan. Em bi saziyên Îzmîrê re dixebitin. Em bi hêzên Ked û Demokrasiyê re dixebitin. Niha xebata me bi baweriyek mezin dimeşe. Lê nejidilbûna deshtilatdariyê rê li ber nakokiyan û pirsnîşanan vedike.”
‘Baweriya me bi serokatiya me heye’
Havva Bayram gotina Abdullah Ocalan ya ‘muxatabê min ne desthilatdarî, dewlet bixwe ye’ bibîr anî û wiha dirêjî dayê: “Em bi vê perspektîfê xebatan dimeşînin. Em pêvajoyê du alî digirin dest. Li aliyekî serokatî û gelê Kurd, li aliyê din dewlet û gelê tirk. Gelê Kurd bi baweriyek mezin bi serokatiyê ve girêdayî ye. Baweriya me bi serokatiye me gelek mezin e. Li aliyê din jî aliyê tirk girêdayê dewleta xwe ye. Bi salan e polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê li hember Kurdan pêk tê. Ev jî nîşan dide dewlet winda dike. Devlet Bahçelî jî vê piştrast dike. Di heman demê de serokatî jî heman tiştî dibêje. Hinek alî dibêjin hûn bi AKP’ê re bûne yek. Tifaqa me bi AKP’ê re tuneye. Hewcedariya me bi tiştekî wisa tuneye. 50 sal in em bi vê şaşiyê re têdikoşin. Em li her alî têkoşînê dimeşînin.”
‘Meşa me ji bo azadiya Abdullah Ocalan e’
Havva Bayram balkişand ser xebatên dimeşînin û îmzeyên kom dikin û wiha bi lêv kir: “Armanca me pêkhatina mafê hêviyê ye. Bi vê armancê em ê bi xebatên îmzeyan û meşan vê nîşan bidin. Me li Karşiyaka bi hezarna îmze kom kirin. Hîna jî didome. Em ê sibehê jî standa xwe ava bikin .Em ê heta 21’ê Cotmehê bidomînin. 21’ê Cotmehê em ê meşekê pêk bînin. Bi armanca azadiya Birêz Ocalan û gelê Kurd em vê meşê pêk tînin. Serokatiya me xeta me ya sor e. Mifteya esas a aştiyê serokatiye me ye. Em ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin.”