Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwinmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve

  • 11:40 15 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî heqaretên wekîlên Partiya ÎYÎ'yê li Abdullah Ocalan kirin daxuyanî da û got: “Tevî xwinmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve.” 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî heqaretên wekîlên Partiya ÎYÎ'yê li miwekîlê wan Abdullah Ocalan kirin, daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
“Em, gotinên kirêt ên duh provokatorekî li TBMM’ê kirin, weke berdewamiya kampanyaya qirêjî ya di rojên dawî de, di şexsê birêz Ocalan û siyasetmedarên DEM Partiyê de li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibînin. 
 
Em gotinê gelek dirêj nekin: Nemerdî ew e ku mirov ji bo menfaetên erzan û siyasî yên şexsî, hewldanên aştiyê ku bi dehan sala ye welat bi hesreta wê dijî, têk bibe. 
 
Terorîstî ew e ku mirov bi quretiya serdestên nîjadperest, hewl bide bêhedî û heqaretê li Kurdan bike û li dijî hewldana pêkvejiyana Tirk û Kurdan qareqariya şer bike. 
 
Yên dixwazin bi xwînmijandinê xwe bidin jiyîn, nûnerên wan kesan in ên ku dixwazin di nava welat de her tim pevçûn hebûn, bi daxwazeke mezin li bendê ne welat ji navxweyî xwe tune bike. Ne nûnerên van xaka ne! 
 
Bila dilê gelê me rehet be. Avaker û îradeya aştiyê li cihekî ewqas bilind e û xwedî nirxekî wisa mezin e ku ev provokator û provokasyon nikarin wan qirêjî bikin. 
 
Li dijî xwînmijan bi înad dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve...”