
Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrişan daketin qadan
- 23:23 6 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe da satirên axî yên ku hêzên hikûmeta veguhêz a Şamê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêç û êrişan xwepêşandan li dar xist.
Li gorî nûçeya ANHAyê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina dorpêç, êriş û girtina rêyên li ser herdu taxan, xwepêşandan li dar xist.
Şêniyan li ber satirên axî yên ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine danîne xwepêşandan li dar xist.
Di xwepêşandanê de şêniyên sivîl banga vekirina rêyan û derbasbûna Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) kir.
Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo di çalakiya protestokirina danîna bendên axî û girtina rêyan a ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de axivî.
Nûrî Şêxo diyar kir ku ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiya her du taxan rojane diyalog têne kirin, lê encamên wê ters tên. Nûrî Şêxo da zanîn ku cîhan di aliyên civakî û aborî de pêş de diçin lê Sûriyeyê paş dikeve, rê tên girtin û dorpêç tê ferzkirin.
Nûrî Şêxo banga vekirina rêyan û rakirina bendên axî kir û diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsên kiryarên hêzên xwe ye. Her wiha îşaret pê kir ku girtina rêyên her du taxan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got, tu hêz nikare Şêxmeqsûdê ji derdora wê qut bike.
Hevseroka Meclisa Gel a her du taxan Hêvîn Silêman jî got, dê heya dawiyê li ber xwe bidin.
Hêvîn Silêmanî anî ziman ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên her du taxan daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û bi bîr xist ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo jiyaneke bi rûmet û azad li Sûriyeyeke yekbûyî gelek şehîd dane. Hêvîn Silêman banga rakirina bendan û vekirina rêyan kir.
Çalakiya şêniyan az li dijî êrişan berdewam dike.