‘Sala malbatê avakirina rejîmê ye’

  • 09:29 5 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
ÎZMÎR- Endama Meclîsa Nûneriya Komeleya Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu da zanîn ku sala malbatê bi polîtîkayeke dijminê jinê hatiye avakirin û got qetilkirinên jinan bi polîtîka bêcezahiştinê tê rewakirin.
 
Malên ku ji bo jinan cihên herî bê ewle ne, desthilatdarî di bin navê ‘sala malbatê’ de jinan zêdetir hepsê malê malê dike. Li gorî daneyên ku ajansa me kom kirine di 6 mehên ewil ê salê de herî kêm 136 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 145 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.Tundiya mêr roj bi roj zêde dibe û desthilatdarî li şûna jinan biparêze, bi polîtîkiyan gumanbaran diparêze. Endama Meclîsa Nûneriya Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu der barê mijarê de axivî û da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariyê cesaretê dide gumanbaran.
 
‘Malbat tê parastin hebûna jinan tê înkarkirin’
 
Zeyneo Eda Berfîn Tozlu diyar kir ku bi zêdebûna qetilkirina jinan re heman temê de teşeyê qetilkirinê jî guheriye û got: “Nêzîkatiya parastina malbatê hebûna jinan jî înkar dike. Jin herî zêde di malbatê de tên qetilkirin. Her roj em bi cînayetên jinan ên hovane şiyar dibin. Her roj hema hema sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Jin di cinayetên kar de tên qetilkirin. Em bi krîz û xizaniyê re rû bi rû ne. Gotina malbatê van hemûyan ji nedîtî ve tê. Ev polîtîkayeke ku jinan hepsê maê dike ye. Jinan wek hêza kar a erzan dibînin û teşwîqa dikin. Serî zarokê pere didin. Çarçoveya sala malbatê de jinan hepsê malê dikin. Sala malbatê bi polîtîkayên dijminê jinê hatiye avakirin.”
 
‘Jin di bi navê parastinê de tên qetilkirin’
 
Zeynep Eda Berfîn Tozlu destnîşan kir ku jin di civakê de ne wek jin wek dayik tê dîtin û got: “Jin di plana dawî de tên dîtin. Jin bin navê parastina malbatê de tên qetilkirin. Polîtîkayên dijminê jinê didomin. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê didin gumanbaran û rê li ber qetilkirinan vedikin. Dema ji Peymana Stenbolê derketin gotin ‘ji xwe qanûna 6284’ heye. Lê me wek tevgera jinan got ji ber Peymana Stenbolê pêk nehatiye em encamên wê dijîn. Divê em jin li dijî pergala patriyarkal ligel hev bin. Divê em hêza xwe bikin yek û li dijî van polîtîkayan têbikoşin.”