
MKG: 5 jinên rojnameger girtîne
- 11:53 5 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê de diyar kir ku binpêkirina mafên jinên rojnameger zext û zordestiyan dewam kir û di raporê de hat ragihandin ku 5 jinên rojnameger hîn di girtîgehan de ne.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlona sala 2025'an eşkere kir. Li gor rapora MKG'ê meha îlonê jî zext û astengiyên li pêşiya rojnamegeran dewam kirin û 5 jinên rojnameger di girtîgehan de ne.
Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:
"Di meha Îlonê de zextên li ser rojnamevanên jin berdewam kirin. Rojnamevanên ku nûçeyan dişopînin û rastiyê ji raya giştî re radigihînin, hem ji ber pîşeya xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe bûn hedef.
Rojnamevan dema ku li kolanan, li dadgehê, an jî di dema binçavkirinê de nûçeyan dişopînin, zext li wan tên kirin û tên astengkirin. Tevî vê yekê jî, ew di lêgerîna xwe ya rastiyê de israr dikin. Îro, rojnamegerî li Tirkiyeyê ne tenê pîşeyek e; ew bûye têkoşînek ji bo rastiyê.
Rojnamevan Heval Arslan, di meha Îlonê de li Belçîkayê hate binçavkirin, vê yekê jî nîşan da ku zextên li ser rojnamevanên jin ne tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar in. Hedefgirtina rojnamevanên jin ên Kurd li Ewropayê nîşanek eşkere ya nerehetiya li hember hêza têkoşîna jinan ji bo çapemeniya azad e. Vê rewşê careke din girîngiya hevgirtina navneteweyî ya di navbera rojnamevanan de derxist holê.
Li gel zordariya dewletê, şîdeta mêran û sansurê, rojnamevan bi pênûsa xwe bi berdewamî li ber xwe didin. Ji bo wan, ragihandina nûçeyan ne tenê erk e; ew beşek ji lêgerîna wan a ji bo azadî û wekheviyê ye.
Di demên dawî de, girtina hesabên medyaya dîjîtal, sînordarkirinên gihîştinê û sansura dîjîtal wekî rêbazên nû ji bo bêdengkirina dengê rojnamevanan derketine holê. Lêbelê, jin, bi rêya hevgirtinê, li kolanan dengê xwe bilind dikin.Tevî hemû zextan, rojnamevan mafê raya giştî yê agahdariyê diparêzin û rastiyê radigihînin. Ji ber ku çapemeniya azad bi wêrekî û wijdanê ku ji pênûsa jinan tê afirandin li ser lingan disekine.
Daneyên îstatîkî yên binpêkirina mafên jinên rojnameger ên meha îlona sala 2025'an
1) Binpêkirina mafên ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamegeran
Yên êriş li wan hatine kirin Rojnameger 4
Weşan -
Rojnamegerên hatine kuştin -
Rojnemegerên bi ser mala wan de hatine girtin 1
Rojnamegerên hatine binçavkirin -
Rojnamegerên hatine girtin -
Rojnamegerên ji bo îfadeyê gazî wan hatine kirin 1
Rojnamegerên bi mûameleya ne baş rû bi rû mane -
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin 2
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin 3
Binpêkirina mafên li girtîgehan -
2) Binpêkirina mafên ravekirin û ramanê ya rojnamegeran
Rojnamegerên lêpirsîn li wan hatine vekirin 5
Rojnamegerên doz li wan hatine vekirin 3
Rojnamegerên hatine cezakirin Hejmara Kesan -
Cezayê girtîgehê -
Cezayê pere -
Rojnamegerên darizandina wan didomin Hejmara dosyayê 4
Hejmara kesan 17
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha ) 5
3) Binpêkirina mafên aborî/civakî yên rojnamegeran
Rojnamegerên dawî li karê wan hatine anîn -
Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hatine betalkirin -
4) Astengkirina mecrayên înternet-medyaya dîjîtal
Sîteyên hatine girtin -
Hesabê medyaya dîjîtal ên hatine girtin 4
Platformên medyaya dîjîtal ên hatine astengkirin -
Lîsteya rojnamegerên girtî
1.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yururuş
2.Hatice Dûman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojanameya Atilim
3.Ozden Kinik - Xebatkara TRT'yê
4.Perihan Erkilinç – Nûçegîhana Ozgur Gelecek
5.Songul Yucel – Gerînendeya Giştî ya Kovara Onsoz "