Ji jinên Wanê peyama 'Em ê têkoşîna Nagîhanê bidomînin'

  • 16:18 4 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
WAN - MKG, TJA û Jineolojiyê Endama Lijneya Weşanê ya Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr anî û soza mezinkirina têkoşîn û xebatên wê dan.
 
Şaxa Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ya Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Atolyeya Jineolojiyê, bi boneya salvegera 3'yemîn a qetilkirina Endama Lijneya Weşanê ya Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li baxçeyê avahiya DEM Partiyê ya Wanê bernameya bîranînê li dar xist. Wêneyê Nagîhan Akarselê li baxçe li ser maseyekê hat danîn û find hatin pêxistin. Rêxistinên navend  navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn.
 
Bername, bi axaftina seroka Şaxa MKG'ê ya Wanê Oznûr Deger dest pê kir. Oznûr Deger anî ziman ku bi kuştina Nagîhan Akarsel têkoşîna jinên kurd hedef hatiye girtin û gotinên dawî yên Nagîhan Akarsel bi bîr xist. Oznûr Deger diyar kir tevahiya jiyana Nagîhan Akarsel tijî berxwedan û têkoşînê bû û wiha got: “Dema ku em li ser Nagîhan difikirin, em li ser têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna jinan difikirin. Berxwedana wê di dîrokê de hat nivîsandin. Em îro li vir in da ku kesên ku dihat xwestin bên kuştin, zindî bikin. Em îro li vir in da ku her peyvek ku Nagîhan Akarsel gotiye û li ser kaxezê nivîsandiye bidomînin. Wekî mîratgirên têkoşîna wê, em ê têkoşîna wê bidomînin.”
 
Li ser navê  Atolyeya Jineolojiyê Aynûr Sarica axivî û da zanîn ku Nagîhan Akarsel ji aliyê zîhniyeta dewleta serdest a mêr ve hatiye hedefgirtin û kuştin. Aynûr Saricayê diyar kir ku Nagîhan Akarsel heta roja ku hatiye kuştin jî xebata xwe domandiye û wiha pê de çû: “Nagîhan weşana mehane ya Kovara Jineolojiyê dimeşand. Piştî wê gelek hejmar hatin weşandin. Weke berdewamiya têkoşîna wê, em ê jî wekî wê têkoşîna xwe bidomînin heta ku azadî were ji van axan re.”
 
Endamên Atolyeya Jineolojiyê û MKG helbestên Nagîhan Akarsel xwendin û dû re jî sînevîzyon hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê bername bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.