Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan

  • 13:51 2 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
RIHA - Meşa jinan di roja duyemîn de didome. Jin di rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema xebatên li Curnê Reş de navê “Rêya Azadiyê” lê kiribû de meşiyan û silav ji Îmraliyê re şandin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkirin. Meş, di roja duyemîn de li Rihayê berdewam dike. Bernameya roja duyemîn a li navçeya Curnê Reş a Rihayê hate temamkirin. Jin, di rêya Belê de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema li Curnê Reş xebat dimeşand navê “Rêya Azadiyê” lê kiribû, meşek li dar xist. Di dema meşê de jinan dirûşm berz kirin, piştre dersokên spî bi dara tûyê ya li dawiya rê ve daliqandin û hêviya aştî û azadiyê kirin. 
  
Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan piştre daxuyanî da û got ku meşeke hestiyar bû û got: “Ji ber ku em wateya vê rêyê dizanin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 47 sal berê tevî hevalên xwe li vir meşiyabûn û gel rêxistin kiribûn. Rêyek danî pêşiya xwe û hevalên xwe. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin girtin lê ev têkoşîn dîsa jî domiya û roj bi roj mezin bû. Azadiya Rêberê Gelê kurd azadiya jinan, û gelan e. 
 
Ji 27’ê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev pêvajoye daye destpêkirin heta niha em jin dibêjin ku dê em ê vê pêvajoyê li xwe bigirin. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Rêberê Gelê Kurd dikare vê pêvajoyê birêve bibe. Em silavên xwe yên germ ji Îmraliyê re dişînin. Meşa me ya ji paytexta Kurdistanê ber bi paytexta Tirkiyeyê ve dê bidome. Em ji Curnê Reş silavên germ ji Îmraliyê re dişînin.”