Meşvanên azadiyê çûn serdana goristanê
- 12:20 2 Cotmeh 2025
- Rojane
RIHA - Di roja duyemîn a meşa “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” de jin çûn serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û gotin: “Ji ber bedelên giran ên we ji bo azadiyê dane, minetdarên we ne.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkrin. Meş, di roja duyemîn de li navçeya Curnê Reş a Rihayê didome. Jinên ku gihiştin Curnê Reş, çûn serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Di serdanê de rêz hate girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Piştre jî aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay di serî de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Fatma Ablayê diyar kir ku ew ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin û got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bibe azadiya jinan û azadiya civakê. Divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Li Kurdistanê bedelên giran hatin dayin û minetdarên wan kesan in ku ev bedel dane. Jinên Kurd, jinên ciwan ên Kurd dê vê têkoşînê bidomînin. Em hemû hevalên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû û meşvan ber bi Xelfetiyê ve bi rê ketin.