Li dijî hişbirê têkoşîna bi hev re

  • 09:03 2 Cotmeh 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Endama Platforma Têkoşîna li dijî Tiryakê Helîn Sayin da zanîn ku tiryakbûn bandor li her alî civakê dike û divê her kes li dijî vê têbikoşe.
 
Tiryak ne tenê kes civakê jî hedef digire. Bikaranîna tiryakê tehdîdek mezin li ser pêşeroja jin, ciwan û gelan dike. Endama Platforma Têkoşîna li dijî Tiryakê, Helîn Sayin da zanîn di alî jin û ciwanan de têkoşîna li dijî tiryakê ferz e.
 
‘Têkoşîn pir girîng e’  
 
Helîn Sayin got têkoşîna li dijî tiryakbûnê ferz e û got: “Tiryak pirsgirêka esas a jin û ciwanan e. Têkoşîna li dijî vê divê rojeva esas a civakê be. Têkoşîna li dijî tiryakê gelek girîng e. Ji ber tiryakkrîzek mezin diafirîne. Em hemû vê dizanin. Platforma Têkoşîna li dijî Tiryakê li Îzmîr û hemû bajaên din ferz bû. Me li Îzmîrê ev pêk anî. Rojeva me ya sereke jin û ciwanin.”
 
‘Tiryakê bandor li hemû civakê kiriye’
 
Helîn Sayin di axaftina xwe de daxuyakirinku tiryakê bandor li her alî civakê kiriye û wiha pê de çû: “Ji rêderketin, ji zext, tundî, hêrsê xwedî dibe û belav dibe. Em dinêrin bikaranîna tiryakê pir zêde bûye. Piştî salên 2015’an şûnde polîtîkaya ji rêderketinê hat meşandin. Niha em dinêrin krîzek aborî ya cidî heye. Zext û aloziya siyasî heye. Gel di her alî de tengezar bûye. Bikaranîna tiryakê zêde bûye. JJiyanek alternatîf ava nakin. Nikarin xwe îfade bikin.  Divê têkoşîna li dijî tiryakê yekane berpirsyariya mriovan be. Tiryak kanala ku modernîteya kapîtalîst xwedî dike ye. Divê her kes li dijî vê têbikoşe.”
 
‘Em bi nêrîna jinê dinêrin’
 
Helîn Sayin bi lêv kir ku tiryakû fuhuş wek polîtîka şerê taybet beden û jiyana jinê binpê dike û wiha vegot: “Em wek Platforma Têkoşîna li dijî Tiryakê bi nêrîna jinê li rewşê dinêrin. Em ji her qada jiyanê hewl didin dest bidin vê pirsgirêkê. Em dixazin terzeke zelal ya çareseriyê pêk tîne biafirînin. Divê em di têkoşîna li dijî tiryakê de  di piştevaniyê de bin. Tiryak wek polîtîka bê bîrhiştinê tê bikaranîn. Ji ber vê polîtîkayên ciwan dikevin fuhuş û bikaranîna Tiryakê. Ev polîtîkayeke şerê taybete. Çawa? Em hemû encamên bi xof yên tiryakê dizanin. Ev polîtîkayek bi zanebûne. Dixwazin mirovan bê bîr bihêlin û bikin nav lepê wê. Em neçarin li dijî vê têbikoşin.”
 
‘Divê civak perwerdê bigire’
 
Helîn Sayik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku xwe gîhandina platformê girînge û wiha dawî lê anî: “Ew nikaribin xwe bigihînin me em dikarin xwe bigihînin wan. Tenê bila hewldanek hebe. Rê û rêbaza me platfromê pir berfirehe. 11’ye Cotmehê de em li Îzmîrê panelek pêk tînin. Li Baroya Îzmîrê dê di navbera 13.00 û 17.00’an de wê panel pêk bê. Em bang li hemû kesî dikin. Em dixwazin we li wir bibînin. Em ji bo têkoşîna bi hev re amade ne.”