
‘Biryara KWKE’yê pêşî li pêvajoyê digire’
- 09:03 28 Îlon 2025
- Rojane
Evîn Çîftçî
RIHA- Hevseroka OHD’ê Gul Fehîme Bînîcî bertek nîşanê biryara ‘mafê hêviyê ya KWKE’yê da û da zaîn ku biryara ku komîteyê der barê mafê hêviyê de daye, pêşî li pêşketina pêvajoyê digire.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal e di bin tecrîda giran li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtî ye. Bi dehan carê ji bo mafê hêviyê pêk bê bang hatine kirin û kampanya hatine destpêkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” a “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din di 18’ê Îlonê de da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. KWKE'yê heta hezîrana 2026’an ji Tirkiyeyê gavek şênber dipê. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Gul Fehîme Bînîcî ji ajansa me re axivî.
‘Hiqûq tune hatiye hesibandin’
Gul Fehîme Bînîcî da zanîn ku di biryara ku KWKE’yê daye de hiqûq tune hatiye hesibandin û wiha got: “Divê cezayek ji bo Tirkiyeyê pêk bihata. KWKE'yê dosyaya ku Abdullah Ocalan jî tê de ya 4 kesan di çarçoveya mafê hêviyê de nirxand. Piştî dosya hat lêkolînkirin plana çalakiyê ya Tirkiyeyê nirand û biryara demkî da. Di vê biryarê de hat lêkolînkirin ku Tirkiyeyê hukmên mafê hêviyê pêk anîne an na. Hat gotin ku divê Tirkiye ji welatên din yên endamên Konseya Ewropayê îlhamê bigire û ddema nû da Tirkiyeyê. Ev jî heta hezîrana 2026’an e. Dema komîteyê ev biryar da li cihekî jî hiqûqa navneteweyî tune hesibandin. Berê jî dem dabûn Tirkiyeyê lê Tirkiyeyê tu gavek şênber navêtibû.”
‘Wê çareseriya pêwist pêk neyne’
Gul Fehîme Bîncî balkişand ser pêvajoya ku bi banga ‘aştî û civaka demokratîk’ hatiye destpêkirin û got Tirkiyeyê peywira xwe baş neaniye cih û got pêkanîna ji bo Tirkiyeyê wê encamên zelal û lez derxin holê. Gul Fehîme Bînîcî wiha got: “Piştî biryarek wisa komîteyê her çiqas erk dabe ser komîsyona li meclîsê hatiye avkairin jî wê bandorê zêde li pêvajoyê neke. Divê di komîsyonê de di pêvajoya salekê de sererastkirinên qanûnî bên kirin. Delwetê erka xwe baş neaniye cih û di vê pêvajoyê de komîsyoneke meclîsê wê çareseriyê têr pêk neyne. Wê encamek bi fêde dernekeve holê.”
‘Pêşî li pêvajoyê digire’
Gul Fehîme Bînîcî daxuyakirin ku di biryara ku komîteyê daye de, encama ku dewlet pêvajoyê li demê belav dike derdixe holê û got: “Ev biryara KWKA’yê vê rehetiyê dide dewletê. Ev biryar pêşî li pêşketina pêvajoyê, li lezbûna pêvajoyê digire. Ji ber vê jî hemû gel zirarê dibînin. Em carek din bang li hemû aliyan dikin ku divê mafê hêviyê pêk bê.”