Ji Platforma Jinan a Enqerê bertek: Em parastina kujeran qebûl nakin
- 15:05 3 Sibat 2025
- Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê li ber Wezareta Dadê kom bûn û bertek nîşanî biryara darazê dan û gotin: "Em biryara ku hatî dayîn nasnakin. Em parastina kujeran qebûl nakin."
Di 16’ê tîrmeha sala 2020’an de li Muglayê ji xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn agahî nehatibûn girtin û di 21’ê tîrmehê de derket holê ku ji hêla Cemal Metîn Avci ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Cemal Metîn Avci piştî cînayetê hatibû girtin. Dadgeha Bilind cezayê ku derbarê Cemal Metîn Avci de muebet a giran hatibû dayîn betal kir.
Derbarê biryara ku hatî dayîn de Platforma Jinan a Enqerê li ber Wezareta Dadê kom bû û daxuyaniyek da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê ji hêla endama platformê Leyla Mavîlî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Daraz bi biryarên xwe kujeran diparêz e. Em jinên ku li dijî şîdeta mêr têdikoşîn biryara ku hatî dayîn ji nêz ve nasdikin. Ji ber ku di gelek dozên jinan de heman biryar hatibûn dayîn. Daraz bi hinceta ‘tehrîqa neheq' kujeran diparêze. Hat diyar kir ku kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci, plansaziya kuştinê nekiriye, bi hestên canewarî tevnegeriyaye û tenê bi eziyetê kuştiye.
Dadgeha herêmî cezayê muebbetê da kujer Cemal Metîn Avci û dû re bi hinceta 'tehrîqa neheq' ceza daxist 23 salan. Ev biryar ji hêla Dadgeha Îstînaf a Îzmîrê ve hat betalkirin û cezayê muebeta giran hat birîn. Dosya duyemîn car çû Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî biryar betal kir û hinceta 'bi şewidandinê qetilkirin û ji holê rakirina delîlan nayê weteya ku bi hêstên canewarî kuştin pêk hatiye'. Heman daraza mêr derbarê Nevîn Yildirim a ku bi sîstematîk şîdetê re rûbirû dima û parastina mafê jiyana xwe kir, ji mafê 'tehrîqa neheq' sûde negirt û cezayê muebbetê lê hat birîn.
Em dibêjin kuştina jinan polîtîk e. Em carek din dibêjin. Em peyama kujerê Pinar a ku di 5'emîn danişînê de şandibû 'Betalkirina Peymana Stenbolê di cih de ye' em tu carî ji bîr nakin. Em biryarên ku îktîdara serdest a mêr didomîne û polîtîkayên bêcezahiştinê û kemkirina cezayê tehrîqa neheq qebûl nakin. Em ê pergala ku bûn sedema mirina Rojîn, Ayşenûr, Îkbal û yên dinê em ê bi serê we de hilweşînin. Malbat, civak, daraz û dewlet her tim parastina mêran dikine û em kujeran baş nasdikin."
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.