Li Kobanê komploya navneteweyî hat şermezarkirin

  • 16:29 3 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê, derbarê 26'emîn salvegera komploya navneteweyî de daxuyaniyek dan û banga mezinkirina têkoşînê kirin.
 
Bi nêzîkbûna 15’ê Sibatê 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Azadiya Abdullah Ocalan li Kobanê daxuyaniyeke hevpar da.
 
Daxuyanî ji aliyê endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê Zerga Salih Teyar ve li pêşiya avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li bajarê Kobanê bi amadebûna endamên her du saziyan û hejmareke çalakvanên mafên mirovan hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî çend rona salvegera komploya li dijî rêber û bîrmendê navneteweyî Abdullah Ocalan e, ku aliyê îstîxbarata Tirk û hêzên din ve, hate girtin û birin Girava Îmraliyê ya li Deryaya Egeyê. Rêber paşê bi awayekî nedadmend hate darizandin. Ev tişt hemû li ber bêdengiya kirêt a cîhanê çêbû. 
 
Em berdewamkirina girtina Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk û tecrîda bi darê zorê ya li ser wî di girtîgeha girava Îmraliyê de bi tundî şermezar dikin û daxwaza xwe ya ji bo tavilê serbestberdana wî û bidawîkirina binpêkirinên li ser wî tên kirin, nû dikin.
 
Her du însiyatîfan bang li hemû gelên azadîxwaz, rêxistinên mafên mirovan, çalakvanên aştiyê û dostên gelê Kurd ên li hemû welatên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin daxwaza ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan. "
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin û hate gotin: "Li gorî berpirsyariyên xwe yên exlaqî, li hemberî destilatdariya Tirkiyeyê helwestên tund nîşan bidin. Her wiha em bang li dostên gelê Kurd ên li hemû welatên cîhanê dikin ku têkoşîna aştiyane mezin bikin da ku sala 2025’an bibe sala azadiya Rêbertî û gelê Kurd.”