DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir

  • 13:27 3 Sibat 2025
  • Rojane
 
AMED - DFG’ê rapora binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran a meha Çileyê eşkere kir. DFG’ê da zanîn ku li 42 rojnamegeran lêpirsîn hatine vekirin, 18 rojnameger hatine binçavkirin û 9 jî hatine girtin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha Çileyê eşkere kir. DFG’ê, diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li dijî azadiya çapemeniyê bi awayekî birêkûpêk berdewam dikin, rojnameger her roj bi operasyonên binçavkirinê yên nû şiyar dibin, di meha ewil a sala nû de rojnameger hatin binçavkirin û girtin, der barê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin û ev yek ji aliyê azadiya çapemeniyê û azadiya raman û îfadeyê ve weke “nîşaneya rewşeke tarî” nirxand. 
  
Rapora DFG’ê wiha domiya: 
 
“Di meha Çileyê de hema bêje her raman û nûçeya rojnamegeran bûne mijara lêpirsînê. Li gorî daneyên me yên sala 2024an; di salekê de der barê 74 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Lê tenê di meha Çileyê de der barê 42 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji lêpirsînên hatine destpêkirin 17 veguherîn dozê. Ev dane nişan didin ku zext û sansura desthilat pêk tîne çiqas xeternak e. 
 
Ji ber ku li Halk TVyê hevdîtina bi kesê pispor re parve kirin der barê pênc rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin. Bi hinceta li ser hesabên xwe yên dîjîtal medyayê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn parve kirin der barê Seyhan Avşar, Ahmet Dogan Akin û Candan Yildiz de lêpirsîn hate destpêkirin û ev lêpirsîn veguherî dozê. 
 
Zextên li dijî rojnamegeran bi tenê destpêkirina lêpirsînan bi sînor nema. Di meha Çileyê de 18 rojnameger tene ji bo ku pîşeya xwe kirin hatin binçavkirin. Ji 18 rojnamegerên hatin binçavkirin 9 jê hatin girtin. Polîsan di 17’ê Çileyê de bi ser şîrketên produksiyonê yên Guncel û Martiyê de girtin û di çarçoveya heman lêpirsînê de li bajarên Wan, Mêrsîn û Stenbolê jî bi ser malan de girtin. Rojnameger Reyhan Hacioglû, Rahîme Kavrar, Velat Ekîn, Necla Demîr Arvas, Vedat Oruç, Ahmet Guneş û Eylem Babayîgît ên hatin binçavkirin, hatin girtin. Her wiha Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Halk TVyê Sûat Toktaş û nûçegihana ETHA’yê Zulehya Muldur hatin girtin. 
 
Rojnamegeran di meha Çileyê de zêdetirî mesaiya xwe li korîdorên edliyeyê derbas kirin. Di 43 dosyayan de 102 rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin darizandin. Di encama van darizandinan de ji 12 rojnamegeran re 31 sal û 2 meh cezayê hefsê hate birîn. Yek ji van rojnamegeran jî Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê ya berê Sofya Alagaş e. Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji ber dozên têkildarî serdema rojnamegerî dikir de der barê wê de hatibûn vekirin û didomin tê darizandin. Danişîna doza Sofya Alagaş li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Sofya Alagaş di doza jê dihate darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birin. 
 
Zexteke din a li dijî rojnamegeran jî bû sansur. Desthilata ku li ser bertekan sîxurtiya bandorkirinê û Qanûna Sîxurtiyê bi paş ve kişand, di 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de qanûneke din a sansurê anî Meclisê. Parlamenterên AKP’ê Atay Ûslû û Alî Ozkaya û 133 parlamenter di 10’ê Çileyê de Teklîfa Qanûna Ewlehiyê ya Sîber a nû pêşkeşî Meclisê kir. Teklîf di 15’ê Çileyê de li Komîsyona Parastinê ya Meclisê hate qebûlkirin. Partiya Îyî jî piştgirî da teklîfê. Teklîfa Qanûna Ewlehiyê ya Sîber ku ji kesên nûçeya ‘parvekirina daneyan’ çêdike re ji 2 salan heta 5 salan cezayê hefsê raber dike, di Komîsyona Parastinê ya Meclisê re derbas bû. Hiqûqnasan hişyar kirin ku heke ev teklîf bi vî awayî bibe qanûn dê ji bo mafên bingehîn ên mirovan û pergala civaka demokratik bibe gefeke cidî. 
 
Li aliyê din menejer Ayşe Barim a di çarçoveya lêpirsîna Parka Geziyê de hate binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê yên li edliyeyê bi hinceta ‘Sîxûrtiya Bandorkirinê’ kiriye hate girtin. Cihê fikaran e ku qanûneke hêj li Meclisê nehatiye qebûlkirin bi awayekî fîîlî were pêkanîn. Ev sûcdarkirina dijhiqûqî li pêş azadiya çapemenî, raman û îfadeyê weke xetereyeke mezin disekine. 
 
Di meha Çileyê de bi hinceta parastina ewlehiya milî û pergala cemaweriyê hesaba Ajansa Mezopotamyayê (@MAturkce) ya Xyê ku 264 hezar şopînerên wê hebûn, hesaba JINNEWSê (@jinnewsturkce) ku 168 hezar şopînerên wê hebûn û hesaba rojnameya Yenî Yaşamê (@yeniyasamgazete) ku 125 hezar şopînerên wê hebûn di nav de 31 hesabên medyaya dîjîtal ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Li aliyê din hesabên instagramê yên Rojnameya Yenî Yaşamê û JINNEWS’ê jî hatin girtin. 
 
Li aliyê din RTUK’ê jî weke dozgerên lêpirsîn dane destpêkirin tevgeriya û weşanên ku şewata otelê ya li Bolûyê jî di nav de rexne kirin der barê 8 bernameyan de cezayê pere yê îdarî da. Di meha Çileyê de xwegihandina 10 malperên înternetê û 361 nûçeyan hate astengkirin. 
 
Girtina rojnamegeran dibe asteng ku rojnameger karê xwe bikin. Li derve jî nûçe çêkirina rojnamegerên dixebitin bi zextan tê astengkirin. Rojnameger, bi lêpirsînan her tim bi polîtîkayên çavtirsandinê û zextan re rûbirû dimînin. Em dixwazin careke din bibêjin; li welatekî ku rojnameger lê girtî ne, ji ber nûçeyên çêdikin der barê wan de lêpirsîn tên destpêkirin, ji ber nûçeyên diweşînin tên darizandin nikarin behsa azadiya çapemeniyê bikin. Tevî hemû polîtîkayên zext û sansurê jî em ê rojnamegeriyê biparêzin. 
 
Binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiya rojnamevanan 
 
* Rojnamevanên rastî êrişê hatin: 2
 
* Rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin: 10 
 
* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 18
 
* Rojnamevanên hatin girtin: 9
 
* Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin: 2
 
* Rojnamevanên gef li wan hate xwarin 
 
* Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin: 2
 
Binpêkirinên azadiya raman û îfadeyê yên li dijî rojnamevanan 
 
* Rojnamevanên der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 42 
 
* Rojnamevanên der barê wan de doz hatine vekirin: 17
 
* Rojnamevanên Hatine Cezakirin: 12                                                      
 
* Hejmara kesan: 12
 
* Cezayê Hefsê: 31 sal û 2 meh
 
* Cezayê Pereyî: 7 hezar û 110 lîre 
 
* Rojnamevanên darizandina wan berdewam dike
 
* Hejmara Dosyayan: 42
 
* Hejmara Kesan: 102
 
* Hejmara rojnamevanên girtî (ji 3’yê Çileya 2025’an ve): 36
 
Sansûr û astengkirinên li dijî saziyên çapemenî û medyayê 
 
* Cezayên RTUK’ê, Hejmara Weşanê: 8
 
Astengkirina xwegihandina li dijî qanalên dijîtal înternetê 
 
* Malperên înternetê yên hatin girtin: 10
 
* Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin: 364 
 
* Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin: 31