Berxwedana nobetê ya li bendava Tişrînê didome
- 12:19 2 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana nobetê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê di roja xwe ya 26’an de berdewam dike.
Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê çalakiyên xwe yên li ser bendava Tişrînê didomînin.
Berxwedana nobedariyê îro bi beşdarbûna bi sedan şêniyên kantona Cezîrê, bi biryardariyêkî xurt didome.
Li ser bendavê şênî çalakiyên cur bi cur lidar dixin, carna li hev kom dibin û guftogoyan dikin, carna jî durişman berz dikin û bendavê paqij dikin.