Negîn Vatanî:13 girtiyên Kurd ên cezayên darvekirinê lê hatine birîn hene

  • 09:03 31 Çile 2025
  • Rojane
  
Melek Avci
 
ENQERE - Rojnameger Negîn Shîekholîslamî Vatanî balkişand ser zextên li Îran û Rojhilat û da zanîn ku Kurd li dijî zextan bûne yek û got: “Li girtîgehên Îranê 13 girtiyên Kurd yên siyasî cezayê darvekirinê li wan hatine birîn. Tişta ku komara îslamî ber bi tundiyê ve dibe, nêrîna îdeolojîk, zîhniyet û felsefeya wan e.”
 
Di 23’ê Tîrmeha 2024’an de 26’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî û di 8’ê Çile de hat erêkirin. Bertekên mezin nîşanê cezayên darvekirinê yên li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn, hatin dayîn. Di encama van bertekan de cezayê li Pexşan Ezîzî hat birîn hat taloqkirin. Civakê û hemû cîhanê ev ceza şermezar kirin û diyar kirin ku hikûmeta Îranê dixwaze tola çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ ji jinan bigirin.
 
Çalakî û tevger didomin, li dijî darvekirinan her sêşemî grev tên kirin û belavok tên belavkirin û bang tên kirin. Her çiqas cezayê Pexşan Ezîzî bê taloqkirin jî rîska ku ceza dîsa bê rojevê heye. Ligel vê li girtîgehên îranê 68 girtiyên siyasî yên cezayê darvekirinê li wan hatine birîn hene.
Li gorî rêxistina Efûyê ya navneteweyî di 2024’an de 853 kes ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine darvekirin û di cezayên darvekirinê de rêje ji sedî 48 zêde bûye. Ev rêje ji gelên ji nasnameyên cuda pêk tên.
 
Rojnameger Negîn Shîekholîslamî Vatanî der barê mijarê de axivî.
 
Li dijî darvekirinan jinên Kurd rabûn ser piyan
 
Negîn Vatanî diyar kir ku hemû saziyên Kurd yên li Rojhilat li dijî darvekirinan bûne yek û li dijî cezayên darvekirinê ne. Negîn Vatanî wiha got: “Di 18’ê çile de bi banga Kongreya Neteweyî ya Kurd a li Brukselê, bi tevlibûna nûnerên 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê, gelek sazî û partiyên li Kurdistanê hatin kordînekirin û ji bo protestokirinan civîn pêk anîn. Cezayê darvekirinê dan Pexşan Ezîzî. Li ser vê 22’ê Çile de bi belavokekê banga grevê hat kirin. Me îro dît ku li Rojhilatê Kurdsitanê grevek berfireh heye. Ev grev ne tenê daxwaza partiyan bû.  Demek berê dayikên aştiyê, aktîvîstên sivîl, dayikên edaletê panelek pêk anîn. Li ber dadgeriyê çalakî kirin, vîdeo weşandin û daxwazname îmze kirin. Bertek nîşanê cezayan dan. Jin li dijî darvekirinan rabûn ser piyan.”
 
Hemû partiyên li Kurdistanê anîn gel hev
 
Negîn Vatanî da zanîn ku li Îranê zextên li ser Kurdan û cezayên darvekirinê Kurd anîne gel hev û dest bi berxwedanê kirine. Negîn Vatanî wiha dirêjî dayê: “ Piştî berxwedana 'Jin Jiyan Azadî' ku di sala 2022’an de dest pê kir, gelê Kurdistanê banga hemahengî û yekrêziya zêdetir di navbera partiyên Kurdistanî de kir û îro careke din biryara bidarvekirina Pexşan Ezîzî ev partî li hev kom kirin û kir yek.  Ev rewş ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê hêvîyek e, bi taybetî piştî aloziyên berfireh ên li Rojhilata Navîn û bê guman Kurdistan ji rûdanên berê bêbandor namîne, piştevaniya gelê Kurd dê bandorê li van hemû pêşketinan bike.”
 
’13 girtiyên Kurd yên cezayê darvekirinê lê hatine birîn hene’
 
Negîn Vatanî diyar kir ku zextên li ser jinan li her qadê didomin û piştî berxwedana ‘jin jiyan azadî’ hikûmeta Îranê mudaxaleyên cidî li hember berxwedanê kirine. Hikûmeta Îranê jî weke hikûmetên din ên herêmê, weke Tirkiyê, li hember jinan bertekeke wisa hişk nîşan dide, ji ber ku dîroka siyasî ya vê dirûşmê baş dizane. Divê em ji bîr nekin ku nêzî 13 girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgehên Îranê de cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Hatem Ozdemîr yek ji girtiyên siyasî ye ku bi tohmeta PKK’ê di girtîgehê de ye û niha cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Tiştê ku Komara Îslamî ber bi tundûtûjiyeke wiha ve dibe, nêrîna siyasî, îdeolojîk, zihniyet û felsefeya dijber û alîgirên wan û pêkhateya wê ya totalîter e.”
 
‘Êrîş girêdayê hev in’
 
 Negîn Vatanî balkişand ser êrîşên Îranê û Tirkiyeyê yên li ser Kurdan û got: “Werin em ji bûyerên li cîhanê cuda cuda li Rojava binerin, lê dema ku em di çarçoveyeke berfireh de lê binerin, em dibînin ku ev hemû bûyer bi hev ve girêdayî ne. Pirsgirêka Kurd û Rojava ji aliyê Tirkiyeyê ve rastî qirkirinê tê. Cîhana Rojava û hemû mekanîzmayên mafên mirovan ên cîhanê li hemberî Tirkiyeyê bêdeng in.”
 
Negîn Vatanî balkişand ser êrîşên li ser rojnamegeran û wiha dawî lê anî: “Îran welatekî totalîter e, helbet ez di warê çapemeniya azad de bi vî awayî li hemû welatên cîhanê dinêrim. Dema ku berjewendiyên van welatan têxe xeterê, pêşî li nûçeyên rast tê girtin. Pirî caran, medya ji bo afirandina hişmendiyek kolektîf tê bikar anîn. Bi awayekî ji bo avakirina zihniyeta civakê ji bo armancên xwe bi kar tînin. Çawa ku baweriya min bi Komara Îslamî nayê, baweriya min bi Rojava jî nayê. Ji ber vê yekê, qetilkirina du rojnamevanên ku bi balafirên bêpîlot jenosîda endama NATO'yê Tirkiye radigihînin, wê ji bo neolîberalîzma Rojava zêde ne girîng be.”