‘Li Tişrînê mînaka qehremaniya mezin heye’

  • 09:05 31 Çile 2025
  • Rojane
WAN - Endama ESP PM’ê Beycan Taşkiran êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Em li berxwedana Tişrînê dinêrin vê zelal dibînin. Gel tevî mirin û her cureyê êrîşê her tiştî didin ber çavan.”
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Sivîlên li Bendava Tişrînê nobetê digirinhedef tên girtin. Bi sedan kesên di çalakiya nobetê de dibin hedefa SÎHA’yên Tirkiyeyê. Nav de rojnameger, jin, zarok û hunermend jî hene gelek kes hatin qetilkirin û bi dehan hatin birîndarkirin. 
 
Endama PM'ê ya Partiya Sosyalîst a Bindesta Beycan Taşkiran der barê êrîşên li ser  Rojava de nirxandin kir.
 
‘Qadên jiyanê tên bombebarankirin’
 
Beycan Taşkiran da zanîn ku êrîşên li hember Rojava didomin û behsa pêvajoya aştiyê tê kirin. Beycan Taşkiran wiha vegot: “Em li Tişrînê binêrin, gelo îradeya aştiyê ya dewletê heye? Bi rastî aştî û wekhevî di rojevê de ye? Divê ev bên nîqaşkirin. Mirovê li wir qadên jiyana li wir tên bombebarankirin. Heman demê de li Bakur û Tirkiyeyê jî operasyonên tasfiyeya siyasî tên meşandin.”
 
‘Jin li eniya pêş cih digirin ûli berxwe didin’
 
Beycan Taşkiran da zanîn ku ew wek gel azadî û wekheviyê dixwazin û wiha domand: “Ger em azadiyê dixwazin, ev tişt bi berdewamkirina têkoşîna bi biryar e. Îradeya dewletê ya niha ya ji bo aştiya bi rûmet di pratîka wê de dernakeve holê; Dema em li berxwedan û îradeya Tişrînê dinêrin, bi zelalî dibînin ku gelê me ji bo vê şoreşê zindî bihêle, tevî birîndarî û mirinan, tevî her cure êrîşan, her tiştî dixe xeterê. Li Tişrînê mînakeke mezin a lehengî û wêrekiyê heye. Li Tişrînê biryardariya berxwedanê ya bi ruhê Kobanê heye. Em dizanin ku yên ku piştî rûxandina Esed li Sûriyê cihê wî girtin, ji kevneşopiyeke îslamî ya siyasî, çete û komkujî ne. Em di daxuyaniyên wan de dibînin ku ji bo gelê Sûriyê û Rojava ne xwedî berbijarek wekhevîxwaz û azadîxwaz in. Ji bo gelê Sûriyê bijareya herî saxlem û azadîxwaz, bijardeya Rojava ye. Jin weke Kobanê li Tişrînê jî li pêşiyê berxwedanê dimeşînin.”
 
‘Divê her kes têbikoşe’
 
Beycan Taşkiran da zanîn ku divê berxwedan bê mezinkirin û wiha bi lêv kir: “Ger em butçeya şer red bikin, ger em azadiyê dixwazin, em daxwaza jiyanek bi rûmet dikin. Ji bo vê lêgerînê pêwîst e gelê Kurd dengê xwe bilind bike û guh bide banga gelê me yê Rojava û ji bo aştiyeke bi rûmet têbikoşe. Eger gelên Tirkiyeyê di vê mijarê de cih bigirin û aştiya bi rûmet a gelê Kurd destê jiyana hevpar bigire em dikarin bi hev re pêşerojeke azad ava bikin."