Bêyî yekitiya Tirk-Kurd kes nikare bijî!
- 09:07 31 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di van rojên ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de AKP gavê navêje. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 2013’yan de tespîta ‘Bêyî yekitiya Tirk-Kurd kes nikare bijî’ kir û nokteya ku çareseriya pirsgirêka Kurd lê ye nîşan dide.
Piştî ‘Pêngava azadiya Global’ ya di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hat destpêkirin şûnde, 43 mehan şûnde deriyên Îmraliyê hatin vekirin. Abdullah Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de bi birayê xwe ku di heman demê de parlamenterê DEM Partiyê ye Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Piştre di 28’ê Kanûna 2024’an de heyeta ku parlametnerên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder jî di nav de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Heyetê pêşniyara 7 xalî ya ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê ragîhand, bi rayagiştî re parve kir. Di çarçoveya pêşniyara Abdullah Ocalan de bi partiyên siyasî yên meclîsê re hevdîtin hatin kirin. Piştî hevdîtinan heyetê di 22’yê Çile de hevdîtina duyemîn li Îmraliyê kir.
Hevdîtinên hatin kirin di rayagiştî de wek rojeva sereke tê nîqaşkirin. Ev nîqaş tên meşandin û her wiha tiştên ku Abdullah Ocalan di navbera 2013-2015’an de anîbûn ziman jî dîsa hat rojevê.
Abdullah Ocalan di hevdîtinên wê demê de tiştên di mijara têkiliyên Kurd-Tirk de anî ziman rojevîbûna xwe diparêze.
Hewce bike wê 50 qanûnî derxin
Abdullah Ocalan di 24’ê hezîrana 2013’an de bal dikşîne ser qanûnîbûnê û wiha dibêje: “Ew dixwazin bilez be. Ji ber vê yekê pêvajoya rast eşkere bikin, ne wisa ye. Ma çareserkirina pirsgirêka sed salî hêsan e? Ger hewce bike dê pêncî qanûnî derxin. Çima dê qanûnî xelet be? Nizanim, tê gotin ku PKK dê ji qanûnê sûd werbigire û meşrû bibe; Erê, bê guman ew ê wisa be. Armanca me ne bidawîkirina vê bêhiqûqiyê ye? Xuyaye me dikin şûna zarokan. Bi vî awayî nabe, şerê kor wê bidome, heyf e. Ew fêm nakin."
Qanûn tunebe xapandin heye
Abdullah Ocalan nêzîkatiyên Turgut Ozal û Necmettîn Erbakan ên sala 1990’î de bibîr xist û wiha got: “Ozal û Erbakan ji min re gotin, em ji her tedbîrên qanûnî re amade ne. Dema ku me bi leşkeran re hevdîtin kir wan jî heman tişt gotin. AKP çima ewqas israr dike, ez fêm nakim. Ji berê ve dewlet soza legalbûnê dide me. Lê eger dibêjin qanûn tune ye, ev sextekarî ye. Sedema helwesta min a dawî ev e. Mirovên di çirayê de dê biçin heyvê, Endonezya an Fînlandiya? Ew ê biçe ku derê? Ger ev yek bibe, yek ji wan jî çekan bernade.”
Pêdiviya demokrasiyê hevdu fêmkirin e
Abdullah Ocalan di hevdîtina mijara gotinê de baldişîne ser demokrasiyê û wiha dibêje: “Pêdiviya demokrasiyê parvekirin, rêzgirtina hev û hevdu fêmkirin e. We jixwe ji sedî 50 girtiye, hûn bêtir çi dixwazin? Tu jî li min zor nekî. Min rast kir, me mirin rawestand. Divê em bêtir çi bikin? Xwedê neke tu kî yî? Divê bêhurmetî û provokatîf nekin. Demokrasî tiştekî xweş e. Erdogan nikare hegemonyaya xwe ya takekesî ava bike, gel jî qebûl nake. Bi rastî ez matmayî mam. Bi têkiliyeke demokratîk re eleqedar nabin.”
200 sal e tundî heye
Abdullah Ocalan her wiha diyar dike ku bi sedsalane têkiliya di navbera Kurd û Tirkan de li ser tundiyê hatiye avakirin û wiha dirêjî daye: “Têkiliyeke civakî ya di navbera Kurd û Tirkan de ev du sed sal in ku li ser tundiyê hatiye avakirin, heta ber bi qirkirinê ve diçe. Min ev bêtir dît. Min duh bi heyetê re gotûbêjeke pir zelal kir. Dema min li xirbeyên Ermenîstanê dinêrî ez xemgîn dibûm. Binêrin, çar hezar gundên me niha bûne weha. Piştî sala 1990'î JÎTEM û yên wekî wan, li ser navê tirkbûnê wêraniyeke mezin kirin. Derketiye holê ku ev dused sal in li ser navê tirkbûn û kurdayetiyê şîdet bi wekalet tê avakirin. Di vê yekê de rolek mezin a Brîtanya heye.”
Kurdistana bê Kurd!
Abdullah Ocalan der barê hilweşîna salên 90’î de jî van tiştan tîne ziman: “Hilweşîna salên 90'î meyleke mîna van bû. Xwestin Kurdistaneke bê Kurd ava bikin. Nahêlin tirk jî aştiyê pêk bînin. Dixwazin aştiyeke sexte pêk bînin, aştiyeke ku me ber bi pevçûnê ve bibe.”
Çareseriya prisgirêka Kurd tifaqek demokratîk a Rojhilata Navîn e
Abdullah ocalan balkişand ser girîngiya tifaqa dîrokî ya navbera Kurd û Tirk û wiha vegot: “Tifaqeke dîrokî çêdibe. Hemû Kurd wê bi Tirkiyeyê re tifaqeke xurt ava bikin. Komîsyona Pakta Neteweyî dê li ser vê yekê nîqaş bike. Bêyî yekitiya Tirk-Kurd tu kes nikare li herêmê saxlem bimîne. Ev tifaq ji dema Hîtîtan ve heye. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Iraq, Sûriye û heta Îranê ye. Ya ku tê pêş, tifaqa demokratîk a Rojhilata Navîn e.”