‘Mafê girtina nûçeyan tê astengkirin’

  • 09:07 26 Çile 2025
  • Rojane
MÊRSÎN - Jinan bertek nîşanê zextên li ser kedkarên çapmeniyê dan û diyar kirin ku ev zext pêkanînên dijdemokratîk in û mafê girtina nûçeyan tê astengkirin.
 
Êrişên desthilatdariya AKP’ê yên li hember çapemeniya azad didomin. Bi girtin, binçavkirin û astengkirina hesabên çapemeniya dîjîtal hedef tên girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nûçegîhan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin. Bi armanca protestokirina 21’ê Kanûnê de li Şîşane ya Beyoglu ya Stenbolê çalakî pêk hat û rojnameger Gulîstan Dursun û nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip Û nûçegîhana Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal hatin girtin.
 
17’ê Çile de jî di serdegirtina malan de rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglu bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatin girtin. Heman lêpirsînê de rojnameger Eylem Babayîgît 24’ê Çile de hat girtin.
 
Jinan li ber şaredariya Akdenîzê ku li dijî qeyûm di çalakiya nobetê de bûn der barê zextên li ser rojnamegeran de axivîn.
 
‘Her tişt li Kurdan hatine qedexekirin’
 
Leyla Firat da zanîn ku zextên li ser Kurdan didomin û got: “Xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin. Yek bi yek me bigirin jî em ê bi hezaran rêya xwe bidomînin. Ne tenê li Stenbolê, li her derê çapemenî qedexe ye. Di her rewşê de çapemeniya wan wek ku dixwazin tevdigerin, kes ji wan re tiştekî nabêje. Lê dema mijar dibe Kurd çapemenî qedexe ye. Bi rastî her tişt ji bo kurdan qedexe ye.”
 
‘Bi qetilkirinê wekhevî ne pêkan e’
 
Leyla Firat wiha dirêjî dayê: “Pêvajoya aştiyê hebû, lê ji bo me pêvajoyeke aştiyê nîne. Niha ji Minbicê, Bendava Tişrînê heta Qamişlo-Nisêbînê li ser sivîlan bomberdûman tê kirin. Bavê Teyar ji bo me windahiyeke mezin e. Bavê Teyar zarokatiya me bû. Di van bombebaranan de bi zanebûn hat qetilkirin. Bi UCAV’an çiqas zext bê kirin jî yekîtiya kurdan samîmî ye. Êrîş her çiqas berdewam bin jî nikarin me bitirsînin û zimanê me tune bikin. Bi qetlîaman biratiya Tirk-Kurd pêk nayê. Ji ber ku li aliyekî dibêjin pêvajoya aştiyê, li aliyê din jî qetlîamên li ser kurdan berdewam dikin.”
 
‘Pêkanîna dijdemokratîk’
 
Aktîvîsta mafê mirovan Hatîce Uçar jî diyar kir ku rojnameger berdevkên gel in û got: “Mafê girtina nûçeyan tê astengkirin. Xebatkarên çapemeniyê xizmeta gel dikin. Êrîşên li ser rojnamegeran binpêkirina mafên mirovan e. Rojnameger tên astengkirin û ev astengî tundî ye. Azadiya gel a wergirtina agahiyan tê astengkirin. Ev pêkanînek antîdemokratîk e. Li welatekî xwedî hiqûqa demokratîk divê ev pêk neyên. Divê gel maf û qanûnên xwe biparêze. Lê belê ji bo hay ji vê yekê hebe divê gel hevgirtinê nîşan bide û dengê xwe bilind bike.”