Li dijî gundên Eyn Îsa êrîş: Sivîl hatin qetilkirin

  • 20:59 26 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê SMO bi çekên giran êrîşê gundên Eyn Îsa kirin. Hat hînbûn ku di êrîşê de gelek kes hatine qetilkirin û birîndar hene.
 
Tirkiyeyê û çeteyên paramîlîter yên girêdayê SMO bi çekên giran gundên El Cemas, El Fatsa ve El-Abd-Cuma bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşa li djî El Cemas de ji heman malbatê zaroka bi navê Asya Hemed El Hisên (12) hat qetilkirin, Ebdurehman Îsmaîl El Hisên (1) û Erîc Xalid El Hisên (20) birîndar bûn.