Meşa Dirêj di roja 6’an de li Mantes-la-Jolie dewam dike

  • 19:11 26 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, di roja 6’emîn de gihişt Mantes-la-Jolie.
 
Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de destpê kir, gihişt Mantes-la-Jolie. Meşvan ji aliyê Kurd û dostên wan ve li pêşiya Şaredariya Mantes-la-Jolie hatin pêşwazîkirin.
 
Koma ku li pêşiya şaredariyê li hev civiya, bi tevlîbûna gel çalakî li dar xist.Di dema meşê de bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Tişrîn ê”, “Bijî Berxwedana QSD’ê” salvegera 10’emîn a Serkeftina Kobanê hate pîrozkirin.
 
Meşvanên ku armanc dikin bigihin gelên li Fransayê, dema ji navendên bajar derbas bûn danezanan belav kirin û derbarê şert û mercên tecrîda Îmraliyê, neçareseriya pirsgirêka Kurd û bêhiqûqiyan agahî dan.
 
Dema meşvan gihiştin Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Mantes-la-Jolie li vir ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Çalakvanên ku li pêşiya komeleyê daxuyaniyek kurt dan, diyarkirin ku piştgiriya gel moralê dide wan.
 
Di daxuyaniya li ser navê çalakvanan de wiha hate gotin: “Em îro di roja 6’emîn a çalakiya xwe de li vir in. Piştgiriya gelê me ji bo me dibe moral. Çalakiya me piralî ye. Em ji xeynî meş, dîplomasiya gel, hevdîtinên dîplomatîk li komeleyên xwe civînên gel li dar dixin. Em ê îro li vir civîneke gel li dar bixin. Birêz Faysal Sariyildiz jî du roj in piştgirî dide çalakiya me û bi me re dimeşe. Em bang li gelê xwe dikin ku tevî malbat û zarokên xwe beşdarî civînên me bibin. Em ê hem li ser çalakiya xwe û hem jî li ser Pêngava ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî biaxivin.”