Cezayê darvekirina li Pexşan Ezîzî hatibû birîn hat rawestandin
- 20:16 22 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYA - Ji bo rawestandina cezayê darvekirina li Pexşan Ezîzî hatibû birîn, serî li Dadageha Bilind hatibû dayîn. Bi qebûlkirina rawestandinê, ceza hat rawestandin.
Cezayê darvekirina li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî hatibû birîn hat rawestandin. Pexşan Ezîzî di 23’ê cotmeha 2024’an de hatibû binçavkirin û girtin û jia liyê 26’emîn Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê hatibû birîn. Parêzerê Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan, di daxuyaniya ku 8’ê Çile de dabû, diya rkiribû ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayÊ darvekirina li Pexşan Ezîzî erê kiriye.
Yek ji parêzerên Pexşan Ezîzî, Mazîar Tataeî, li ser hesabê çapemeniya civakî daxuyanî da û got înfaza ceza darvekirinê hatiye rawestandin. Parêzer Emîr Reîsiyan bi armanca ji nûve darizandinê serî li dadgeha Bilind dabû. Parêzer Mazîer Tataeî da zanîn ku daxwaza rawestandina ceza hatiye qebûlkirin û ceza hatiye rawestandin.