Berxwedan di roja 12'yemîn de ye: Em ê têkoşînê mezin bikin
- 13:31 21 Çile 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Nobeta ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê didome. Nobeda ku 12 roj in didome de peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn.
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê hatibû destpêkirin di roja 12'yan de berdewam dike. Li ber şaredariyê ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmên "Hevşaredarên hilbijartî vîna me ne", "Na ji qeyûman re, ji îradeyê re rêzgir bin”, "Diz wê derkevin, gel wê bimîne" û "Qeyûm diz e, xwedî li Akdenîzê derkevin" hatin berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Endamê Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Aydin Kiliç ku di nobedê de ewil axivî û xwest desteserkirina qeyûman bi dawî bibe û kesên hatine girtin bên berdan.
Piştre Dayika Aştiyê Zeynep Aslan axivî û diyar kir ku ew wek Dayikên Aştiyê desteserkirina îradeyê qebûl nakin û wiha axivî: "Em ê rûmeta xwe biparêzin. Em ê li vir bin." Zeynep Aslan bal kişand ser bêhiqûqî û cudakariya li ser Kurdan, destnîşan kir ku ew ê li dijî van pêkanînan têbikoşin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ku herî dawî di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku ew 12 roj in li dijî îradeya dagirkeriyê têdikoşin û qeyûm weke "diz" bi nav kir. Alî Bozan bertek nîşanî astengkirina polîsan a li şaredariyê da û wiha bi lêv kir: "Şaredarî di bin dagirkeriyê de ye. Tu edalet û hiqûq tê de nîne.
Çalakiya nobedê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir.