Êrişên li hember Rojava didomin

  • 14:26 21 Çile 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ya li hemberî Rojava berdewam dikin û gelek navend hatin bombebarankirin. 
 
Ji dema ketina rejîma Baasê ve 8'ê Kanûn 2024'an Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê zêde kirine. Şervanên QSD'ê li hemberî êrişan berxwedanê dikin û gel jî bi armanca rawestandina êrişan û parastina bendavê nobetê digire. Ligel êrişa bendavê gelek caran êrişê herêmên din jî kir. Îro jî êriş berdewam kir.
 
* Li xeçerêya Sirînê ya li başûrê Kobanê kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan hat bombebarankirin.
 
* Gundewarê başûrê bajarê Kobanê hatin bombebarankirin.
 
* Şevê din gundewarên bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bi çekên giran hatin topbarankirin.
 
* Bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê bi çekên giran hat topbarankirin.