Baroya Stenbolê biryara kongreya awarte girt
- 20:46 15 Çile 2025
- Rojane
STENBOL- Baroya Stenbolê, piştî lêpirsîna ku der barê wan de hatibû destpêkirin, biryar da ku di 23'ê Sibatê de kongreya awarte pêk bînin. Serokên baroyan ên berê destnîşan kirin ku ew ê bi hev re li dijî vê destwerdana desthilatdariyê rawestin.
Baroya Stenbolê têkildarî lêpirsîna der barê Serokê Baroyê û endamên Lijneya Rêveberiyê de hatibû destpêkirin de civîna çapemeniyê li dar xist.Civîna çapemeniyê ya li Avahiya Navendî ya Baroya Stenbolê ya li Beyogluyê pêk hat Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û gelek kes beşdar bûn.
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû diyar kir ku ji roja ku ew bûye serokê baroyê û vir ve hiqûqa ku di Destûra Bingehîn de hatiye nivîsandin bi kar tînin. Îbrahîm Kaboglû bi bîr xist ku biryara ku der barê Serokê Baroya Stenbolê û endamên Lijneya Rêveberiyê de doz bê vekirin hat dayîn û destnîşan kir ku ev biryar li dijî Destûra Bingehîn û hiqûqê ye. Îbrahîm Kaboglû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev destwerdana derve li dijî rêveberiya baroyên demokratîk e. Destwerdana vîna demokratîk a bi hezaran parêzerên ku di 20’ê Cotmeha 2024’an de Baroya Stenbolê ji bo rêveberiyê hilbijartine. Me biryar da ku kongreya awarte di 23’ê Sibatê bê lidarxistin. Em her kesî bi taybetî jî parêzerên Baroya Stenbolê vedixwînin Kongreya Awarte ya 23’ê Sibatê.”
Piştre Seroka Baroya berê Fîlîz Saraç axivî û ev nirxandin kir:"Em ê bi hev re li dijî hewldanên ku Baroya Stenbolê weke 'terorîst' nîşandane rawestin. Em ê tu carî destwerdana li baroyan qebûl nekin."
Herî dawî Serokê Baroyê yê berê Mehmet Dûrakoglû axivî û diyar kir ku divê yên ku bi hilbijartinê hatine, bi hilbijartinê biçin.
Civîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.