Li Remziye Tosun a HDP'yî 10 sal ceza hat birîn
- 16:00 11 Îlon 2020
- Hiqûq
AMED - Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun bi îdiaya "endama rêxistinê ye" dihat darizandin 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn a bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” dihat darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna 11'emîn a dozê de heyeta dadgehê 10 sal ceza li Remziye Tosûn birî.