Li Yadîşen Karabulak 7 sal û 6 meh ceza hat birîn
- 15:51 10 Îlon 2020
- Hiqûq
WAN - Li Hevseroka HDP'a Wanê ya berê Yadîşen Karabulak ji doza jê dihat darizandin 7 sal û 6 meh ceza hat birîn.
Daneşîna 13'emîn a biryarê ya doza Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê ya berê Yadîşen Karabulak, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Yadîşen bi rêya SEGBS'ê tevli daneşînê bû, parêzerên wê jî li eywana daenşînê amade bûn. Bi hinceta pandemiyê ji bilî parêzeran tu kes negirtin eywana daneşînê û malbata Yadîşenê jî li korîdorê li benda biryarê ma.
Yadîşen a ku parastina xwe kir, tehliyeya xwe xwest û parêzerên wê jî daxwaza tehliyeyê kirin. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe eşkara kir.
Dadgehê bi îdaya Yadîşenê "endama rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî û biryara berdewamiya rewşa wê ya girtî da.