Hevdîtina Keda Jinê û Mîhrîcana Çandê bi dawî bû

  • 22:30 5 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
 
AMED- Hevdîtina Keda Jinê û Mîhrîcana Çandê ya ku Şaredariya Peyasê pêk anî, bi konsera Beser Şahîn bi dawî bû.
 
Duyemîn hevdîtina Kedê ya Jinê û Mîhrîcana Çandê ya  ji aliyê Şaredariya Peyasê ve pêk hat, di roja sêyemîn de bi dirûşmeya ‘em bi çand û keda xwe piştevaniyê mezin dikin’ bidawî bû.
 
Berhemên jinan hatin firotin
 
Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevli bûn. Jinan di standan de berhemên keda destê xwe firotin.
 
Di standan de, tekstîl, çente, panç, xwarinên gund, tirşî, rîçal, berhemên tibî aromatîk û xwarinên malê hatin firotin.
 
Mîhrîcan bi dawî bû
 
Hunermend Beser Şahîn piştî 30 salan şûnde yekem car li Amedê derket ser dîkê. Bi stranên Beser Şahîn mîhrîcan bidawî bû.