Meşa azadiyê li Mersinê ye: Divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin
- 16:40 5 Cotmeh 2025
- Rojane
MERSÎN – Meşa TJA'yê ya bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve" ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû gihaşt Mêrsînê. Meşvan ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin û diyar kirin ku divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.
Meşa Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve" ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû gihaşt Mêrsînê. Meş di roja pêncan de ye. Meşvanên gihaştin Mêrsînê ji Parka Aştiyê heta Parka Bêrîtan meşê li dar xistin. Jina di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo","Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî" berz kirin. Meşvan ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.
Girse piştre berbi avahiya DEM Partî ya Akdenîzê ve meşiyan. Li vir bi dirûşmeyên govend gerandin.
Peyam hatin xwendin
Di çarçoveya bernameyên peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji meşvanan re şandibû hat xwendin. Piştre peyamên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk yên Ewropayê, ya hevseroka giştî ya berê a HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlamentera berê ya girtî Semra Guzel hat xwendin.
Divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin
Piştî peyaman hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû, axivî. Neslîhan Şedal da zanîn ku ew dest ji meşa azadiyê bernadin û got: “Ji ber pêşengê vê rê Birêz Ocalane. Her gava me ji bo aştî, azadî û demorkasiyê ye. Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe wê meşa me bidome. Divê pêşiya siyaseta demokratîk demildest bê vekirin. Heta daxwazên me neyên cih wê berxwedana me bidome. Em bi biryarin.”
Neslîhan Şedal balkişand ser komkujiyên ku Israîl li Xezayê pêk tîne û têkoşîna gelê Fîlîstînê silav kir û got ew li gel jinên Fîlîstînê ne.
Piştre aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarica jî axivî û destnîşan kir ku divê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Meşvan wê îro li Mersînê bimînin û sibê jî berbi Enqereyê ve derkevin rê.