
Meşa 'Azadî' di roja xwe ya 4'an de ye: Em ê têkoşînê mezin bikin
- 09:11 4 Cotmeh 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya-Gulistan Gulmuş
RIHA - Di roja çaremîn a meşa xwe ya ji Amed ber bi Enqerê ve, ku wan bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" dest pê kir, jinan tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amed heta Enqerê hatiye destpêkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, di roja xwe ya çaremîn de bi coşeke mezin berdewam dike. Di meşê de jinan daxwazên xwe bi dirûşma “Jin jiyan azadî, azad bike Reberî”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” tînin ziman.
Jinên ku tevlî meşê bûn hest û ramanên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman.
'Em tu carî dev jê bernadin'
Gulîzar Ozturk, di meşê de bal kişand ser girîngiya aştiyê û got: "Bila êdî aştî hebe. Serokê me Abdullah Ocalan û hevalên me yên girtiyên siyasî bi salan e di girtîgehê de ne. Bes e êdî! Bila dayikên me dev ji girî berdin, dilê me dişewite. 250 jinên ji Amedî hatin vir û daxwaza azadiya Serok Apo û girtiyan kirin. Em dixwazin jin jî bi vî rengî azad bin. Me gav avêt û çek hatin şewitandin. Dema me wêneyên serok hilgirtin, hewl dan ku me rawestînin. Em aştî dixwazin û em dibêjin ku ev tenê bi hevgirtina jinan dikare were bidestxistin.
Em dixwazin nasnameya me ya kurd were naskirin. Ev şer 50 sal in didome. Em ê tevî astengiyan jî meşê bidomînin. Her çend xwîna me ji bo vê armancê were rijandin jî, em ê meşê bidomînin. Ger em, wekî jin, hevgirtina xwe xurt bikin, em dikarin nasnameya xwe bi dest bixin. Em Kurd in, û zimanê me yê dayikê Kurdî ye. Em ê heta mirina xwe têkoşînê bidomînin; em ê tu carî dev jê bernedin."
'Serokatî azad nebe jin jî azad nabin'
Aslîhan Çîftçî, behsa armanca meşê kir û wiha axivî: "Em ji bo azadiya Serok Ocalan û girtiyên siyasî dimeşin. Heke Serok Ocala azad nebe em jî azad nabin. Ji bo pêk anîna aştiyê em ê her tiştî bikin. Em ê heta dawiyê bimeşin, heta ku Serokê me azad bibe. Serokatî mafê jinan dibîne, xwedî li jinan derdikeve. Ji ber vê yekê heta ku Serok azad nebe em jî jin jî azad nebin. Her wiha em dixwazin Serokê me û girtiyên jin ên siyasî azad bibe.
Baweriya me ji dewletê nayê em, bawer nakin ku aştî bi destê dewletê pêk bê. Lê em ê têkoşîna xwe bi tilîlî û dirûşmeyan pêk bînin heta ku aştî pêk bê."
'Ji bo mafê hêviyê dimeşin'
Hatîce Sezgîn, jî wek jinên din wiha bal kişand ser tevlîbûna meşê: "Serokê me rê da ku jin xwe nas bikin. Niha em ji bo 'Mafê hêviyê' dimeşin. Dem hatibû dayîn tije bû. 'Mafê hêviyê' di tevahiya cîhanê de heye û ji ber vê sedemê jî em vê mafê dixwazin. Îro nebe dê rojek din teqez em ê bi ser kevin. Em ê ji Enqerê bang li tevahiya gelan bikin. Divê em bibin yek, divê her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne."