
Ji girtiya siyasî Pexşan Ezîzî peyam
- 10:39 4 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Qerçekê dîlgirtiye, destnîşan kir ku gelên li Rojhilata Navîn ji ber polîtîkayên DYE’yê û hevalbendên wan di bin zextê de ne.
Girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Qerçekê peyamek bi deng şand. Pexşan Ezîzî Wezareta Derve ya Emerîkayê ku beriya çend rojan têkildarî wê daxuyanî dabû û gotibû divê bê berdan rexne kir û got ku ger DYE’yê bi rastî jî girêdayî mafên mirovî be, êdî divê merheleya gotinê derbas bike, dev ji gûrkirina şer, êriş û komkujiyan berde û gavên pratîk bavêje.
Pexşan Ezîzî, diyar kir ku ew endameke asayî yê civakê ye û karê wê xebatên civakî ye û got: "Min qet rolek di hikûmet an saziyên siyasî de negirtiye û naxwazim jî hebe. Gelên Rojhilata Navîn di bin zexta aborî û civakî de dijîn ku ji ber polîtîkayên xelet û hegemonîk ên DYE’yê û dewletên hevalbendên wê çêbûye. Ev rewş mînakek ji salên mêtingerî û zordariyê ye."
Pexşan Ezîzî, di daxuyaniya xwe de daxwaza bidawîanîna şer, êriş û komkujiyên li herêmê, piştgiriyek zelal ji bo mirovên bêguneh û bidawîanîna cezayên bi salan kir. Pexşan Ezîzî, diyar kir ku ev ceza azadî û jiyana mirovan tepeser dikin û sînordar dikin.
Pexşan Ezîzî, ku daxuyaniyên Emerîkayê tenê wekî nîşandana dilovanî û rêzgirtina mafên mirovan bi nav kir got, "Mirov û çalakvanên civakî ne girêdayî dewletan in û ne jî di lîstikên siyasî de rolek wan heye. Ji ber vê yekê divê zirarê nebînin."
Pêşxan Ezîzî, bal kişand ser zordariya aborî û civakî ya ku ji ber polîtîkayên DYE’yê û dewletên hevalbendên wê çêdibe û vê rewşê weke mînakek ji mêtingerî û zordariya demdirêj nirxand û daxwaza aştî, lihevhatin, edalet û rûmeta mirovan ji bo her kesî kir.