
‘Azadiya serokê me pêk bê em ê hemû azad bibin’
- 09:05 4 Cotmeh 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin daxwaza wan ya sereke a ji bo aştiyê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên siyasî ne. Jinan wiha got: “Em bi êşan mezin bûn, êdî aştiyê dixwazin.”
Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir şûnde, daxwaza gelê Kurd aştiyê, ne tenê bêdengkirina çekan, heman demê de rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî, berdana girtiyên siyasî ye. Bi taybet jin û dayik vê daxwaze bilind dikin. Dayikên Aştiyê diyar dikin ku serkeftina pêvajoyê girêdayê xurtbûna yekitî û piştevaniya gelê Kurd e.
Meryem Ataş da zanîn ku daxwaza wan a mezin a ji pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Serokê me bi bi salane di bin tecrîdê de ye. Bila serokê me azad bibe. Azadiya wî azadiya me hemûyane. Di vê nokteyê de komîsyon gelek girîng e. Em dixwazin komîsyonên aydê xwe ava bikin û bersivek xurt bidin pêvajoyê. Dema derdikevin jî têkoşîna xwe didomînin. Em her tim ligel wan e. Bila ew jî demildest bên berdan.”
‘Bila girtî bên berdan’
Nazîme Îldenîz destnîşan kir ku ew aştiyê herî zêde ji bo dayik êşê nekşînin dixwazin û wiha bi lêv kir: “Me gelek êş kişandin. Êşên me giranin. Êdî bila aştî pêk bê. Bila girtî bên berdan. Em mafê xwe dixazin. Em kurd in û em dixwazin wisa bijîn. Em zimanê xwe dixwazin. Zarokên me bedelên mezin dan. Em heta dawî doza wan diparêzin. Em aştiyê diwazin. Bila hemû girtî û serokê me bê berdan.”
‘Ji bilî aştiyê daxwaza me tuneye’
Mehrînaz Merhan jî diyar kir ku ji bo pêvajo bigihêje serkeftinê divê Gelê Kurd bi piştevanî û yekitiyê de bin û got: “Divê em hemû bibin yek. Em dest bidin hev. Divê em ligel hev bisekinin. Ez dayika şehîdim. Ji bilî aştiyê rêbazek din tuneye. Divê hemû girtî bên berdan.”