Li Zonguldakê jinek hat qetilkirin

  • 18:00 28 Îlon 2025
  • Rojane
ZONGULDAK - Li navçeya Gokçebey, Serdar S. Jina bi navê Dîlara Yildirim bi alava birînê qetil kir.
 
Li navçeya Gokçebey a Zonguldakê, Serda S. Dîlara Yildirim bi alava birînê qetil kir û Faruk B. jî birîndar kir.  Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û cendermayan hatin cihê bûyerê.
 
Hat diyarkirin ku Dîlara Yildirim jiyana xwe ji dest daye û Faruk B. jî rakirine nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku gumanbar hatiye binçavkirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.