
Ji bo bîranîna Nagihan Akarsel komxebata jinan hat lidarxistin
- 11:30 28 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parîsê ji aliyê Akademiya Jineolojî û YJK-F’ê ve ji bo bîranîna hemû jinên têkoşer ên hatine qetilkirin, komxebatek hate lidarxistin.
Li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Akademiya Jineolojî û YJK-F’ê ve komxebatek berfireh hate lidarxistin. Ji gelek deverên cîhanê nûnerên rêxistinên jinan tevlî komxebatê bûn. Jinan di komxebatê de li ser femînîzm, bîranîn, fêmkirina jiyana jinên têkoşêr û bûyîna bersiva pirsgirêkên jinan nîqaş kirin.
Komxebat ji aliyê Lison Noël û Marlen Schafers ve hate birêvebirin. Di komxebatê de ev bangawazî hate kirin, “Li çar aliyên cîhanê ji ber ku jin di lêgerîna xwe ya jiyana azad, bi rûmet û edaleta civakî de israr dikin, tên armanc girtin, tên wendakirin û tên kuştin.”
Her wiha mebeste komxebatê wiha hate vegotin, “Ji bo bîranîna salvegera sêyemîn a kuştina hevala me Nagihan Akarsel, em bi germî we vedixwînin panel, nîqaş û çalakiyên hûnerî yên li dijî qetilkirina jinan. Qetilkirina jinan mijarek civakî û siyasî ye. Armanca me ew e, em analîzên kûr li ser sedemên bingehîn, armanc û bandora feminisîd goftûgo bikin.”
Axaftina komxebatê ya vekirinê ji aliyê endama TJK-E’yê Meral Çîçek ve hate kirin. Meral Çîçek di axaftina xwe de got, “Di serî de dixwazim ji bo lidar xistina vê komxebata giranbuha spasiya Akademiya Jineolojî bikim. Bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê hemû axaftvan û beşdaran bi rêzdarî silav dikim.”
Meral Çîçek di axaftina xwe de Nagihan Akarsel bibîr anî û got, “Di şexsê hevrêya me Nagihan Akarsel de hemû jinên azadîxwaz ku di oxira avakirina jiyaneke birûmet, wekhev û azad de canê xwe dane, bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînim.”
Meral Çîçek mebesta komxebatê bi van gotinan anî ziman, “Qirkirina jinê - feminicide - dikare weke şerê herî dirêj di dîroka mirovatiyê de bê penasekirin. Destpêka vî şerê di heman demê de qelişîna herî mezin di nav dîroka civakbûyînê de temsîl dike. Ji vê demê ve heya roja me ya îro, yanî di nava bi hezaran salan de, bêhesab û bêhejmar jin ji ber ku jin in ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û piranî kujer an jî berpirsiyarên li pişt bûyerê nehatin darizandin û cezakirin. Ji bo vê dema em behsa qirkirina jinê dikin divê em di heman demê de li ser pirsgirêka edaletê jî bisekinin. Edalet jî xwe dispêre heqîqetê. Heqîqet ji tarîtiyê neyê derxistin edalet pêkan nabe. Ji ber vê têkoşîna me li hemberî qirkirina jinê di heman demê de têkoşîna edalet û heqîqetê ye. Ji bo edaletê em heqîqetê dixwazin: Ji bo Sakîneyan, ji bo Nagîhanan, ji bo Evînan. Li Parîsê û li her derê.
Ji bo Berta Caceres, Leonela Tapdasan Pesadilla, Mariella Franco, Noxolo Nogwaza, Dulcie September û hemû jinên têkoşer ku bûn qurbanê kuştinên siyasî.
Ji bo xwişkên me yên li Efganistanê, li Sûriyeyê, li zindanên Îranê, Efrîqa, li Abya Yala, li Ûkrayna û Filistînê. Li seranserê cîhanê.
Kampanyayên bi navê ‘Jin Jiyan e, Jiyanê Nekuje’, ‘Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye’, ‘Na ji çanda tecawuzê re’ û ‘Na ji qirkirina jinê re’ çend mînak in. Bi riya wan kampanyayan hem di nava civaka Kurd de ferasetên şaş ên namûsê û aqlê zayendperest hatin lêpirsînkirin hem jî bi rêxistinên jin ên navnetewî têkoşîna hevpar hate meşandin. Divê em kar û xebatên wiha bi domdarî û bi perspektîfeke jineolojîk hîn xurttir pêş bixînin.”
Meral Çîçek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî, “Qirkirina jinê fenomeneke bêwext û bêmekan e. Bi cihekê yan bi qonaxekê re sînordar nîne. Di vê wateyê de li kêleka heqîqet û edaletê, armanca têkoşîna me, pêşî girtina kuştina jinan e. Em dixwazin pêşiya qirkirina jin bigrin. Ji bo vê em jî dibêjin ‘Ni Una Menos!’ Divê em hevdû biparêzin, tenê nehêlin, xwedî li hevdû derbikevin, formên şênber ên piştgirî û têkoşînek hevpar a bibandor pêş bixînin. Hêsan nîne. Lê divê em riyek bibînin an jî riyek nû vekin. Bi afinêrî û hêza aqlê jin. Ez bawer dikim ku kombûna me ya îro bi pêşengtiya Akademiya Jineolojî, bi nêrîn û ezmûnên jinên aqilmend, bi performansên afrîner ên jinên hunermend û bi beşdarbûyîna we hemûyan, xizmeta vê armanca mezin bike.”
Piştî axaftina Meral Çîçek li ser navê endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya axivî û ji bo pêşî girtina kuştina jinan çi dikare bê kirin, perspektîfek berfireh anî ziman. Elîf Kaya wiha axivî, “Qirkirina jinê qirkirina herî kevne û bi gelek pêkhateyan û qatmanan pêk tê. Li ser ruyê cîhanê her roj hejmara qirkirina jinê di asta şereke cîhanê de pêk tê. Li gorî Rapora Yekîneya Jin a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2023’yan hat weşandin, di nav salekê de li ser rûyê cîhanê zêdeyî 51.000 jin hatine kuştin. Ji aliyê hevjîn, hezkirî, partner anjî endameke malbetê ve hatine kuştin. Li gorî vê her 10 deqe yek jin tê kuştin. Li hemberî qirkirina jinê tevgerên jinan her çiqes tekoşîn bilind kiribe jî di aliyê qada akademik de ji bo vê mijarê em nikarin bêjin eleqeyeke mezin hatiye nîşandan. Ev jî yek ji wan sedemane ku daneyên jinên politik baş nayên zanîn. Ji bo vê yekê bi aliyên saziyên navnetewî re eleqeyeke mezin bi qirkirina jinên politik re nayê nişandan. Tê paşguhkirin.”
Elîf Kaya ji bo çareseriya pirsgirêka jinan got, “Ji bo vê yekê pêşî girtina qirkirina jinê him zor û zehmet e him jî tekoşîneke piralî dixwaze. Encex bi rêxistinên girseyî, bi pêşxistina xebatên îdeolojîk û sazî, di derdora xalên hevpar de kombûn, di nava tecrûbeyên cuda de tor avakirin, bi avakirina platformên hevpar em dikarin pêşî li qirkirina jinê bigirin.”
Li ser navê Jinên ku Pêşêrojê Ava Dikin (Network Women Weaving the Future) Dilar Dîrîk mafê axaftinê girt û got, “Ji bo bidawîkirina kuştinên jinan, tenê daxwazên parastinê yên sînordar an jî sozên wisa çareserî nayînin. Pêwîstî bi xweparastina xweser heye. Bi taybet di çarçoveya ku em wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin de, ji bo eşkerekirin û rû bi rû mayîna jinan a bi rejîmên şerker re em hewceyî hevgirtinên siyasî û civakî yên antî-emperyalîst û antî-mîlîtarîst dibînin. Ev ne tenê dikare helwesteke ‘dijber’ a neyînî be - herwiha divê perspektîf û vîzyoneke bihêz ji bo jiyaneke azad, ji bo cîhaneke azad, ji bo aştiyê hebe. Ev tê wateya rizgarkirina ked û nêrînê ji mêtîngeriyê. Ya herî girîng, ji ber ku em li hemberî pergaleke ku ji bo pere û desthilatê bê dudilî mirovên herî bedew ên jiyana me bi xwînsarî dikuje re rû bi rû ne.”
Ji ber ku endama Akademiya Jineolojiyê Nesrîn Akgul nikaribû tevlî komxebatê bibe, li ser navê wê
Ezgî Çelîk peyama wê xwend. Di peyamê de bi kurtî wiha hate gotin, “Em hemû hîn jî di şokê de ne ku çawa rejîma serdestiya mêran bi navê ‘evîn’ û ‘namûsê’ kuştinên jinan bi awayekî sîstematîk û bi xerabiyeke asayî pêk tîne. Gava em bi kujerê kastîk re rû bi rû dimînin, em fêr dibin ku ev şok bi rastî rewşeke bêdawî ya rû bi rû bûna sîstemeke hovane ya tundiyê ye ku ji dîrokê heta roja me ya îro hatiye. Em ji bîr nekin ku nêzîkbûna li heqîqetê hêza herî mezin e û tu hêz nikare mirov wek ketina rêya heqîqetê bi hêz bike!”
Di komxebatê de ji aliyê Koma Lêkolînên Hûnerî ya Jineoloji, Projeya Neqiş a Jineolojî Provence Asli Fîlîz ve bernameyên çandî hatin pêşkêşkirin.
Komxebat bi nîqaş, panel, bernameyên çandî û parvekirina danahevan dewam kir. Herî dawî jinan bi dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” komxebat bidawî kirin.