Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye

  • 13:03 26 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşkeşvana Medya Haber TV’yê Heval Arslan, bêyî ku biryara dadgeha bajarê Ninoveyê ya Belçîkayê hebe, 4 roj in binçavkirî ye. 
 
 Pêşkêşvana Medya Haber TV rojnameger Heval Arslan di êvara 22'yê Îlonê de li Navenda Polîsan a Ninoveyê hate binçavkirin. Hate ragihandin ku Arslan bêyî biryara dadgehê hate binçavkirin û 4 roj in binçavkirî ye. Hemû alavên wê hatin desteserkirin, di lêgerîna tazî re hate derbaskirin û ew xistin hucreyê. Li gorî agahiyan, li navenda polîsan gef lê hatiye xwarin û jê re hatiye gotin ku dê wê bişînin Fransayê û ji wir jî bişînin Tirkiyeyê.
 
Heval Arslan, herî dawî ji bo nûkirina pasaporta xwe çû Konsolosxaneya Tirkiyeyê lê pasaporta wê nedanê. Mafê geriyane serbestî û cîbicîkirina pîşeya xwe ya Heval Arslanê hatin binpêkirin. 
 
Rojnameger Heval Arslan ku ji bo domandina pîşeya rojnamegeriyê biryar da ku li Belçîkayê bijî, çendek meh berê serlêdana îltîcayê kir. Nayê zanîn dema îadeyî Fransayê hate kirin dê mafê îltîcayê jê re bê dayin an na. Der heqê Heval Arslanê de li Tirkiyeyê gelek doz hatine vekirin û biryara girtina wê heye. 
 
Heval Arslan ku ji sala 2003'yan û vir ve li Roj TV, Med Nûçe û Medya Haber TV’yê xebitî, herî dawî li Medya Haber TV’yê bultena nûçeyan pêşkêş dikir. Heval Arslan ku li Fransayê mezin bû û ji beşa çapemenî-weşanê mezûn bû, salên dûr û dirêj rojnamevanî kir. Lê belê tê gotin, Fransayê welatîbûn neda wê, konsolosxaneya Tirk jî nûkirina pasaporta wê red kiriye. Ji ber vê yekê mafê wê yê gera bi serbestî û pêkanîna pîşeyê xwe jê hate stendin. Lewma beriya bi demekê li Belçîkayê serlêdana penaberiyê kiribû. Rojnamevan Heval Arslan di heman demê de endama damezrîner a Komeleya Jinên Kurd RO-JIN e ku li Belçîkayê ava bû û endama desteya wê ya rêveber e. Niha li navenda dersînorkirinê ya li Bruggeyê tê ragirtin.