
DAKP'ê ji bo Heval Arslan bê berdan bang kir
- 15:48 26 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DAKB'ê derbarê binçavkirina pêşkêşvana Medya Haber TV Heval Arslan de daxuyaniyek weşand û daxwaza serbest berdana wê kir.
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) derbarê binçavkirina pêşkêşvana Medya Haber TV Heval Arslan a li bajarê Ninova yê Belçîkayê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
'Kêmasiyeke qanûnî û dîplomatîk'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Heval Arslan çar roj in di bin çavdêriyê de ye û wiha hat gotin: "Em diyar dikin ku Heval Arslan bi tevahî vê muameleyê heq nake ku ji ber derengketina prosedurên yên fermî pêk hatiye. Heval Arslan xebatkareke çapemeniyê ye ku ji hêla rêxistinên medyayê yên cîhanî ve bi baldarî tê şopandin û ji hêla saziyên ewlehiyê yên Ewropî ve jî baş tê nasîn. Em vê muameleya li dijî wê wekî kêmasiyeke mezin a qanûnî û dîplomatîk dibînin."
'Em ê li kêleka Heval Aslan bin'
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em hêvî dikin ku Heval Arslan, ku wekî kesayetek Kurd, Elewî û jin di çapemeniyê de têdikoşe, tavilê were berdan û rayedarên pêwendîdar ji ber vê şaşiyê bi fermî lêborînê ji wê bixwazin. Heval Arslan endamek çapemeniyê ya hêja ye, bi têkoşîna xwe ya Kurd, Elewî, demokratîk, ekolojîk û jinan tê nasîn. Ev êrîşa li ser wê di heman demê de êrîşek li ser jinên Kurd û Elewî yên li Ewropayê ye. Em ê bi hemû hevgirtina xwe li kêleka Heval Arslan bin heta ku ew azad bibe. 'Jin Jiyan Azadî'."