Tişrîn li berxwe dide: Em ê bi ser kevin !
- 13:09 3 Sibat 2025
- Rojane
RIHA – Jinên di çalakiya nobedê ya li Tişrînê de diyar kirin ku ew ji bo piştgirî û moralê bidin QSD'ê hatin û ev peyam dan: "Em ê bi ser bikevin û serkeftin dê ya me be."
Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê, bi sûdwergirtina ji rewşa ku piştî rûxandina rejîma Baas li Sûriyê pêk hat, hem ji bejayî hem jî ji hewayî ve êrîşî hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Li dijî êrîşan berxwedaneke mezin tê meşandin, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27 roj in nobeda xwe ya li bendava Tişrînê didomînin.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji 8’ê Çileyê heta niha li herêma Bendava Tişrîn û li ser bendavê 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 221 kes jî birîndar bûne.
Tevî êrîşên Tirkiyeyê jî gel li bendava Tişrînê nobeda xwe dewam kir û bal hat kişandin ser berxwedana li dijî êrîşan.
'Em ji bo moralê QSD'ê xurt bikin li vir in'
Riham Abdullah a ji Qamişlo hat û beşdarî nobedê bû, diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin QSD’ê hatine Tişrînê û got, “Em bi hemû gel re hatin Tişrînê. Em ji bo parastina av, ceyran û axa xwe ku destkeftiyên me ne li vir in. Em ji bo piştgirî û moralê bidin QSD’ê li vir in. Em ji bo moralê QSD'ê xurt bikin li vir in. Em ê heta dawiyê li vir bin. Li Tişrînê berxwedaneke mezin heye. Bendava Tişrînê bendava şehîdan e. Em hêvî dikin ku em ê bi ser bikevin. Serkeftin wê ya me be."
'Li Tişrînê berxwedaneke mezin û dîrokî heye'
Endama TEV-DEM’ê Îlham Omer diyar kir ku ew çend roj in li Tişrînê ye û got, “Em weke Tirbesipiye, Amûdê, Girkêlegê, Qamişlo, Dêrik hatin Tişînê. Bi hilweşîna rejîma Baas re li Sûriyeyê hin hevsengî hatin guhertin. Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike niha êrîşî hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Tirkiye dixwaze destkeftiyên ku me bi xwîna şehîdên xwe bi dest xistine tine bike. Ev rewşek e ku Tirkiye bi salan armanc dike. Lê belê tevî hemû êrîşên Tirkiyeyê jî li Tişrînê berxwedaneke mezin tê meşandin ku lehengiyên dîrokî û efsaneyî jî tê de hene."
‘Bijî berxwedana QSD’ê'
Derya Haltê diyar kir ku ji Hesekê hatiye Tişrînê û wiha got: “Em ji bo parastina bendava xwe, av û axa xwe li vir in. Tirkiye Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn dagir kiriye. Ew jî dixwaze bendavê bigire. Em weke malbatên şehîdan bendavê ji wan re nahêlin. Komên mirovan tên bendavê û ji bo parastina wê nobedê digirin. Em ê ji wan re nehêlin. Ji ber ku av ava me ye, ax axa me ye. Gelê Kurd dest ji têkoşîn û doza xwe bernade. Heta em sax bin em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê li pişt felsefeya Serok Apo bin. Em ê li pişt YPG-YPJ, QSD’ê bin. Bijî berxwedana QSD'ê."