Li Êlihê êrîşên li ser Tişrînê hatin protestokirin

  • 20:09 24 Çile 2025
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê êrîşên li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û bang kirin ku divê demildest êrîş bên bidawîkirin.
 
Rêxistina DEM Partî ya Êlihê daxuyaniyek da û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir.Di çalakiya li Parka Yilmaz Guney de pêk hat de, pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berkzirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê beşdarî çalakiyê bû. Hevserokê DEM Partî ya Êlihê Mustafa Mesut Tekîk êrîşê şermezar kir û wiha got: “Em siyaseta demokrasî, aştî, diyalog, edalet û wekheviyê diparêzin.”
 
‘Sivîl tên qetilkirin’
 
Mustafa Mesut Tekîk bertek nîşanî êrîşên li ser herêma Bendava Tişrînê da û wiha got: “Hunermend, jinên siyasetmedar, ciwan û gelek sivîl tên qetilkirin. Em vê rewşê bi tundî protesto dikin.”
 
Hevserokê DBP’ê Resul Çetîn jî xwest polîtîkayên êrîşkar demildest bêne rawestandin û bang kir ku hiqûqa navneteweyî bikeve dewrê.