Li dijî darvekirinên Îranê banga têkoşîna hevpar

  • 09:05 21 Çile 2025
  • Rojane
ENQERE - Bertekên li hemberî polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê li hemberî siyasetmedarên jin ên Kurd zêde dibin. Berdevka Meclisa Jinan a Enqereyê ya DEM Partiyê Nebahat Çalpan bal kişand ser pêwîstiya têkoşîneke hevpar a li dijî cezayên darvekirinê yên girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî û wiha got: "Felsefeya me ya 'Jin Jiyan Azadî' serhildana me ya li dijî tecrîdê ye." 
 
Bertekên li hemberî cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê ku ji bo girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, zêde dibin. Sibe li Rojhilat bi pêşengiya 6 partî û rêxistinên siyasî li dijî cezayê darvekirinê greva giştî dê bê lidarxistin. Tevî ku bangên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ji bo rawestandina van cezayan bê encam dimînin, bertek her ku diçe zêde dibin. Li ser mijarê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bertek hat nîşandan. 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê ya Enqereyê Nebahat Çalpan polîtîkayên darvekirinê yên Îranê li hemberî siyasetmedarên jin ên Kurd nirxand.
 
'Hevkariya ji bo dijminantiye jinê'
 
Nebahat Çalpan da zanîn ku rejîm li dijî Kurdan bi taybet ciwanan serî li tundî, wêrankirin û darvekirinê dide û ev yek veguherandiye şêwazê rêveberiyê û bi bîr xist ku li welat hema bêje her roj 5-10 Kurd tên darvekirin û cenazeyên wan radestî malbatên wan dikin. Nebahat Çalpan got, “Em çîrokên jinên Kurd ên ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatine girtin û darvekirin, dibînin. Ji dema qetilkirina Jîna Emînî heta niha siyaseta rejîmê ya çewisandin û tinekirina jinan roj bi roj zêde dibe. Tundiya li ser jinan ku bi awayekî sîstematîk bûye û cezayê darvekirinê ku li janan  hatiye birîn, bûye pêvajoyek ku aktîvîstên Kurd ên weke Zeynep Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî jî girtine nav xwe ye. Ev yek jî nîşan dide ku ti tedbîrên hiqûqî yên navneteweyî li dijî kiryarên nemirovane û neqanûnî yên Îranê nînin. Ne medyaya Rojhilata Navîn, ne ewropî û ne jî medyaya Tirkiyê li hember vê proseya neqanûnî ya Îranê hestiyar nain û bi ti awayî destwerdanê nakin. 
 
Lê dema em lê dinêrin li Rojhilata Navîn sînor ji nû ve tên xêzkirin û sînorên dinyayê tên manîpulekirin. Dewletên emperyalîst dema ku rewşek der barê sînoran de çêdibe, pê dihese ku demildest mudaxele bikin. Lê belê di mijara kuştina jinan û cezayên darvekirinê yên ji bo jinên Kurd ên li Rojhilata Navîn de ti mudaxeleya navbera dewletan nîne û xwe ker û kor dikin.
 
'Li dijî têkoşîna jinê sûc hate kirin'
 
Nebahat Çalpan, anî ziman ku dewleta Îranê qetlîamên dewletê pêk aniye û bi hedefgirtina têkoşîna jinan hewl daye van qetlîaman rewa bike û got, “Rastiya hemû saziyên çapemeniyê ku bêhesasiyet û bêdeng in, diyar dike ku hiqûqa neteweyî jinan di rewşeke geleke teng de dibîne. -Bi taybetî di sala 2024’an de gelek jinên têkoşer ên Kurd bi darvekirinê hatin mehkûmkirin. Em li vir behsa rewşeke însanî dikin. Li dijî vî sûcî derneketin, şirîkantiya vî sûcî ye. Ev sûcê ku li dijî têkoşîna jinê hatiye pêşxistin, divê weke êrîşa îqtîdarê  jî bê nirxandin. Ev hemû hevalên jin weke leşkerên têkoşînê tên dîtin û ev felsefeya ku wê bibe sedema aloziya civakî temsîl dike.
 
'Di derbarê Jin Jiyan Azadî de cezayê darvekirinê hat dayîn'
 
Nebahat Çalpan bal kişand ser girîngiya felsefeya Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilata Navîn û wiha got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî dest pê kir veguherî dirûşmeke ku têkoşîna jinên cîhanê bi rê ve dibe û rê û rêbazê nîşan dide. Tevî zilm û zordariya hovane ya dewleta Îranê, gel bi yekbûna xwe di felsefeya vê dirûşmê de rastî berxwedanê tê. Bê şik rakirina peçeyê ku wek tabû tê hesibandin, divê wek derbeyeke rasterast li ser bingeha serwerî ya hikûmeta Îranê di asta navnetewî de bê dîtin. Derbeyek wisa hate xistin ku zîhniyeta serdest a mêr a li dijî têkoşîna jinê li derdora felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku pêşketiye tevdigere û dirûşma jinê ya ku bilind dibe, bi derketinek radîkal ketiye nava pêvajoya astengkirinê.
 
Zîhniyeta serdest a mêr ku armanca wê dîzaynkirina tevahiya cîhanê bi taybetî jî Rojhilata Navîn e û ji kûrbûna qeyranan re li rêyekê digere, bi serhildanên jinan re dest pê kir. Ji ber vê yekê, di eslê xwe de em dibînin ku zihniyeta serdest a mêr hewl dide ku bi felsefeya Jin Jiyan Azadî re li hemberî derketina serhildanê dîsa rabe. Dirûşma ku di nava vê serhildan û felsefeya ku li Îranê rabûye, bûye dengê berxwedan û têkoşînê li hemû cîhanê. Zêdebûna tundiya dewleta mêr a li ser jinê nîşan dide ku ew çiqasî ji vê deng û vê serhildanê bêzar bûne. Zîhniyeta serdest a mêr bi awayekî xwezayî li hemberî vê têkoşînê dest bi avakirina zîhniyeteke nû kir.
 
Pexşan Ezîzî: Em ji bo jiyaneke azad bedelê didin
 
Li Tirkiyeyê jî felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' bi xwe weke propagandaya terorê dihat nîşandan. Ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat qedexekirin, bi rastî jî nîşaneya wê ye ku ji têkoşîna jinên enternasyonalîst a ku bi van êrîşan xurtir bûye ditirsin. Eşkere derdixe holê ku li hemberî vê têkoşînê zîhniyeta serdest a mêr wê teqez têk biçe û bişkê. Em rengvedana wê li girtîgehan jî dibînin. Hevokek Pexşan Ezîzî hebû ku bi nameyên xwe wiha anîbû ziman: 'Şerîfe Muhammed, ez û jinên din ên li ber sêdarê li vir berdêla avakirina jiyana azad didin. Weke jin em ê ne yên yekem û ne jî yên dawî bin. Helbet azadî ne tiştekî bi hêsanî tê bidestxistin; Diviyabû bedelek bihata dayîn û em vê bedelê bi tevlêkirina felsefeya Jin Jiyan Azadî diyar dikin.' 
 
Ev hevok ji bo têgihîştina baweriyê û helwestek biryardar kurteyek pir mezin nîşan dide. Hemû jin bi vê biryarê re hevgirtin û vîna xwe ya hevpar nîşan didin. 
 
'Em ê ti carî dest ji mezinkirina têkoşîna xwe bernedin'
 
Nebahat Çalpan diyar kir ku bêyî azadiya jinê avakirina civakê ne pêkan e û diyar kir ku wan her tim vê têkoşînê domandine û wê bidomînin. Nebahat Çalpan got, “Di feraseta azadiyê ya ku wê bi azadiya jinê re çêbibe, dema ku jin bigihêje asta mêtîngeriyê wê êdî nebe hedefa van şeran. Ji ber ku jin di cewherê xwe de serî hildidin. Nîjadeke ku nasnameya wê pênc hezar sal berê hatiye manîpulekirin, dixwaze hêza xwe paşde bigire. Hevsengiya hêzê ne tiştekî ku newekheviyê diafirîne ye. Dinya, xweza û jiyan bi jinê re bi hev re hatiye avakirin.
 
Dema ku zayenda dijber vê bibîne û fêm bike, wê têkoşîna me ya destwerdanê di çarçoveyek berfireh de pêş bikeve.Ji bo ku qanûnên navneteweyî biketa dewerê  Divê cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî bihata pejirandin ? Ev rewşek pir bi êş e. Gelo ev yek bi Rojhilata Navîn ve girêdayî ye? Ev çarenûseke ku bi Rojhilata Navîn re hatiye afirandin an çarenûsa kurda ye? Ji aliyê têkoşînê ve Kurd bi sedsalan li berxwe didin. Tevgera jinên Kurd jî ji vê têkoşînê hêzê digire û ev têkoşîn wê bidome. Felsefeya me ya Jin Jiyan Azadî serhildana me ya li dijî zîhniyeta ku li hemû cîhanê serdest e. Em ê tu carî dest ji berfirehkirina vê têkoşînê bernedin."
 
Bang li dijî darvekirinan bibin dengê hevpar 
 
Nebahat Çalpan wateya parastina jinan a Pexşan Ezîzî ya li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê û afirandina hêza jinê di qada civakî de bi bîr xist û got: "Li hemberî bersiveke bi vî rengî ya fedakar, em bang li hiqûqa navneteweyî û Komara Îslamî ya Îranê dikin. Îran: Êdî van darvekirinan rawestîne. Ev kuştina bi destê dewletê ye. Kuştina ku ji aliyê dewletê ve hatiye kirin nayê rewakirin. Li vir bi awayekî eşkere kuştin pêk hat. Bi vê wesîleyê em bang li hiqûqa navneteweyî û rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê dikin: Werin em li dijî darvekirina jinan bi taybet jinên Kurd dengê hevpar bilind bikin."