TEV-DEM: Cezayê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn sûc e

  • 12:53 15 Çile 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li çalakvan Pexşan Ezîzî sûc e û tepisandina dengê guhertinê ye û banga betalkirina vî cezayê kir.
 
Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên jinan kir ku li hember cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, têbikoşin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Biryara darvekirinê ya li dijî çalakvanên mafên mirovan û jinan li Îranê cihê dilgiraniyê ye ji bo hemû xebatkarên mafên mirovan û lekeyeke li ser rûyê mirovahiyê bi giştî ye. Ev kiryar beşek ji siyaseta tirsandinê ye ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê meşandin piştî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Di doza ku li dijî çalakvana mafên mirovan û rojnamevan Baxşan Ezîzî ku ji 4’ê Tebaxa 2024’an ve li girtîgeha Êvînê ya Tehranê girtî ye, em vê tiştê dibînin, ku di dema binçavkirinê de rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hat.”
 
Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de her wiha hate gotin: “Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di 24ê Tîrmeha 2024`an de, cezayê darvekirinê li ser çalakvanê mafên mirovan û rojnamevan Pexşan Ezîzî birî, ku ji 4’ê Tebaxa 2024’an ve li Girtîgeha Evîn a Tehranê girtî ye û bi salan çalakiyên mirovî û alîkariyê li Tehranê kirine, her wiha Pexşan Ezîzî li kampên Şengal û Sûriyeyê di warê alîkariya penaberên şer de û dermankirina êş û birînên koçberan de xebitiye.”
 
Buroya Jinan a TEV-DEM`ê biryara darvekirinê ya li ser çalakvana jin Pexşan Ezîzî şermezar kir û ev bang li civata navneteweyî kir: “Hemû derfetên xwe ji bo rizgarkirina jiyana Pexşan Ezîzî bi kar bînin, ji ber ku dibe ku cezayê darvekirinê di her kêliyekê de were pêkanîn.”