Carek din êrişî rêwiyên Tişrînê kirin
- 16:28 15 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk û çeteyên wê karwana şêniyên kantona Firatê ku ber bi Bendava Tişrînê ve derketibû rê hedef girt, li gorî agahiyên destpêkê welatiyek jiyana xwe ji dest da û 4 welatî jî birîndar bûne.
Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din êrişî karwana şêniyên kantona Firatê ku berê xwe dida Bendava Tişrînê kir ku tev li çalakiya nobedê bin. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.
Ev cara 4`an e karwanên welatiyên berê xwe didan Bendava Tişrînê tê hedefgirtin. Di êrişa yekemîn a 8`ê Çileyê de 3 welatî jiyana xwe ji dest da û 15 birîndar bûn.