
Li Bogota 34’emîn festîvala jinan
- 12:37 10 Tebax 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 34’emîn Festîvala "Ji bo Aştiyê Jin Li Ser Dikê Ne" ku li Bogota Kolombiyayê hat lidarxistin, jinên ji çar aliyên cîhanê anî cem hev da ku bi rêya çand û hunerê ji bo aştiyê têbikoşin.
Festîvala 34’emîn a salane ya "Ji bo Aştiyê Jin Li Ser Dikê Ne" di navbera 1- 9’ê Tebaxê de li Bogota ya Kolombiyayê pêk hat. Jinên ji seranserê Emerîkaya Başûr û çar aliyên cîhanê bi rêya çand û hunerê hefteyekê li hev civiyan. Armanca festîvalê ew bû ku jinan bi rêya çand û hunerê bi hev ve girêbide û li dijî hêza hegemonîk bingehek hevpar ji bo aştiyê biafirîne.
Di festîvalê de gelek hunermend, şanoger, çalakvan, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên jinan, rêxistinên çandî û civakî yên cûrbecûr beşdar bûn. Di bernameyê de semîner, pêşandanên şanoyê, merasîmên bîranînê, komxebat, nîqaşên siyasî û bernameyên hunerî hatin lidar xistin. Di roja dawiya ya festîvalê de jî 15’emîn Foruma Cihereng a Navneteweyî hate lidarxistin. Li vir gotûbêj li ser têkoşînên jinan û danaheva berxwedanê yê li Abya Yala (Emerîkaya Latîn) û navneteweyî hatin meşandin.
Nûnerên Tevgera Jinên Kurdistanê ya li Abya Yala, parêzvanên jîngehê, nûnerên rêxistinên çand û hunerê, parêzvanên mafê penaberên şer, rêxistinên gundiyan, komên hevgirtina bi Filistînê re û rêxistinên jinan ên cûrbecûr li Bogotayê beşdarî forumê bûn. Enstîtuya Şanoya Neteweyî ya Kolombiyayê û komên şano, muzîk û reqsa jinan performans pêşkêş kirin. Bi tevahî 44 rêxistin beşdar bûn û nêzîkî 300 kes beşdarî çalakiyan bûn.
Di vê panelê de li ser faşîzmê, şer, têkoşîna ji bo ekolojiyê û pêwîstiya yekîtiyê di rêxistinkirina jinan de nîqaş hat kirin.
Patricia Ariza (Derhênera Şanoyê, Wezîra Çandê ya Kolombiyayê ya berê): "Faşîzm ne tenê bi rêya darbeyan, di heman demê de bi rêya hilbijartinan jî tê ser desthilatdariyê. Çanda faşîst di hişê civakê de cih girtiye. Têkoşîna çandî pir girîng e. Em ê bi yekîtiya jinan vê têkoşînê bi ser bixin."
Paz Gonzalez (endama Navenda Çandî ya La Hoguera, Bogotá): "Komkujiyên li Filistînê bi zindî li ser televîzyonê têne weşandin û tirs normal dibe. Mirovahî li ber çavên me dimire. Têkoşîna me ji bo mirovahiyê ye."
Amaranta Osorio (Lîstikvan û nivîskara şanoyê): "Ez dixebitim da ku zarok netirsin. Divê em bi rêya hunerê zimanê nefretê bişkînin, hişmendiya hezkirinê bilind bikin û bi rêya çandê ji bo aştiyê bibin yek."
Lina Marçal (Ji delegeya Tevgera Jinên Kurd ên li Abya Yala): "zihniyeta faşîst patrîyarkal e. Ji ber vê yekê divê jin di têkoşînê de bibin yek. Rêberê me Abdullah Ocalan, ji destpêkê ve jin wek pêşengê têkoşîna azadiyê diyar kir. Em bawer dikin ku bi enternasyonalîzma komûnal em ê li dora rêgezên hevpar ên gelan yekîtiyek ava bikin. Ev yek ji bo hemû jinan bangewaziya jinên Kurd e."
Nûnerêkî koma hevgirtina bi Filistînê re jî girîngiya hevgirtina navneteweyî anî ziman û got, "Ger Filistîn bikeve, em hemû bikevin."
Nîqaşan bal kişandin ser yekîtîya têkoşînên jinan, parastina axê û rola çand û bîra dîrokî di avakirina aştiyê de. Çalakî bi beşdariya 15 panelîstan û heşt komên çandî bi dawî bû.
Di dawiyê de, strana Kurdî "Şervanên Azadiyê" hate pêşkêşkirin û çanda berxwedanê ya gelê Kurd hate nasandin.