
‘Tevî polîtîkayên înkarê zimanê Kurdî nehat tunekirin’
- 09:03 8 Tebax 2025
- Çand û Huner
AMED - Jinan bertek nîşanê girtina Komeleya Çand û Ziman a Avestayê dan û gotin ew qedexeyên li ser ziman nas nakin û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê wê têkoşînê mezin bikin.
Êrîşên li ser Kurdî û Kurdan didomin. Ev êrîşên bi awayekî sîstematîk dimeşin roj bi roj giran dibin. Li Îzmîrê Komeleya Çand û Ziman a Avestayê di 1’ê tebaxê de bi biryara midûriyeta Bajar a Wezareta Perwerdehiya Millî bi îdiaya di ruhsata wê de pirsgirêk heye û qursa ziman a kaçax dide hat girtin.
Li Amedê jinan bertek nîşanê girtina komeleyê dan û der barê girtinê de axivîn.
‘Komara Tirkiyeyê li ser înkara kurdan hatiye avakirin’
Dîlan Çetîn da zanîn ku mijara zimanê Kurdî di dilê gelê Kurd de birînek kûr e û got: “Nêzî sed salî ye, hîmê komara Tirkiyeyê li ser înkar, îmha, qirkirina çand û zimanê Kurdî hatiye danîn. Niha pêvajoyeke aştiyê dest pê kiriye. Lê di sedsala 21’ê de êrîşên faşîzan yên li hember Kurdan didomin.Wek hûn diznain Avesta-Der dersên Kurdî dida. Lê ev bi hinceta destura cih tune ye hat girtin. Ji ber vê jî em îro li vir hatin gel hev. Me nerazîbûna xwe nîşanda. Divê ev helwesta me bi daxuyaniya çapemeniyê sînor nemîne. Divê gelê Kurd li dijî van pêkanînan seknek zelal nîşan bidin û helwesta xwe nîşan bidin.”
‘Tevî polîtîkayên hatin pêşxistin gelê Kurd nehat tunekirin’
Dîlan Çetîn diyar kir ku di encama polîtîkayên asîmîlasyonê de Avesta-Der hatiye giritn û wiha dawî lê anî: “Ev encama polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ye. Lê tevî hemû hewldanan gelê Kurd nehat tunekirin. Ji vir şûnde jî wê li dijî êrîşan şûnde gavê navêje. Gelê Kurd wê bi awayekî xurt xwedî li zimanê xwe derkeve.”
‘Ziman dijî, bê ziman jiyan nabe’
Demet Ceylan da zanîn ku bi armanca bertek nîşanî polîtîkayên înkar û qedexeyên li ser ziman û nasnameya Kurd, bidin hatine gel hev û got ew van pêkanînan qebûl nakin.Demet Ceylan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi qedexeyên wisa zimanê me tê asîmîlekirin. Tunekirin Ji ber vê jî em ê di jiyana rojan de Kurdî biaxiivin. Em ê li her derê bazarê, kolanê, sûkê biaxivin. Ez ê xwedî li zimanê xwe derkevim. Me îro daxuyaniya xwe da. Ji ber em baer dikin; bêyî ziman jiyan nabe.”
‘Em qedexeyan nas nakin’
Demet Ceylan bi lêv kir ku ziman nasnameya gel e û wiha pê de çû: “Qedexeyên li hember ziman, raste rast li hember nasnameya Kurde û nayên qebûlkirin. Îro dibe ku komeleyek me bê girtin. Lê em bawer dikin ku em ê li şûnê bi sedan komeleyî ava bikin.Em ê hejmara komeleyan zêde bikin. Emê zimanê xwe pêş bixînin. Em qedexeyên li ser ziman nas nakin.”