
Zubeyde Zumrut:Bang hêviyê dide gelan
- 19:51 10 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di civîn agel a li bajarê Emmrîch a Almanyayê de axivî û diyar kir ku banga ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di avakirina civakê de riya çareseriyê ya girînge û hêviyê dide gelan.
Li bajarê Emmerich ê Almanyayê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de ji aliyê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên Duisburg û Emmerich ve civîna gele hate lidarxistin.
Çalakî di saet 13:00’an de li salona NCKD’ê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Gelek kes beşdarî civînê bûn.Di salona ku civîn lê hate lidarxistin de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daleqandin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut têkildarî pêvajoyê nirxandin kir û agahî dan. Piştre bi beşa pirs-bersiv dewam kir.
Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala nkiriye, hêviyê dide gelan û modelekî civakî ku nasname û baweriyên cuda bikaribin bi hev re jiyan bikin, pêşkêş dike. Zubeyde Zumrut diyar kir ku li dijî şer, xizanî û bênasnamekirinê ya ku pergalên yekparêz û asîmîlasyonê rê li ber vekirine, paradîgmaya Abdullah Ocalan edaleta civakî û aştiyê esas digire.Zubeyde Zumrut diyar kir ku ev bang di avakirina avaniyeke civakî ya piralî de rêyekî girîng ê çareseriyê ye.
Hevdîtin bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.