Ji bo meşa Wanê ya sibê bang
- 20:03 10 Tebax 2025
- Rojane
WAN-Ji bo meşa ku wê sibê li Wanê li dijî qetilkirinên jinan pêk bê belavok hatin belavkirin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê qetilkirinên jinan yên her diçin zêd edibin de wê li sê bajaran bi dirûşmeya ‘jinên hatine qetilkirin serhildane me ne, rêxistinbûn parastina me ya cewheriye’ meşê pêk bîne.
Yek ji bajarên ku meş lê pêk bê Wan e. Der barê meşê de li taxên Suphan, Şabaniye, Şehîtfirat, Sixkê, Beyuzumu, Seyrantepe belavok hatin belavkirin û gel vexwendiyê meşê hat kirin.