Înşakirina pergala civakî (6)

  • 09:07 10 Tebax 2025
  • Dosya
 
Alternatîfa teorîk a îdeolojiya azadiya jinê 
 
Melek Avci 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera azadiya jinên Kurd, jinan ne tenê têkoşer nabîne, wek kirdeyek damezrîner ya her qada jiyanê vediguhere pênase dike û paradîgmayek giştî ava dikin dibîne. 
 
Saziyên marksîst, azadiya jinê pir caran di nav perspektîfên navenda çînî de binpê dike. têkoşîna civakî ya jinan ne di esasa serdetiya binpêkirina aborî an jî patriyarkal de, divê di esasa avakirina pergala ahlaqî-polîtîk, hilberîna zanînê, cihê ontolojîk de bê dest girtin.
 
Di vê beşê de, em îdeolojiya azadiya jinan ya Abdullah Ocalan û nêzîkatiyên Marksîst, digirin dest. 
 
Têkoşîna azadiya jinan ne tenê ji newkheviya aborî an jî tundiya serdest ya mêr, divê bi giştî ji dîroka şaristaniyê bê lêpirsînkirin. Teoriyên marksîst di vê lêpirsînê de cihekî girîng digirin, hebûna jinan di perspektîfa navendî ya çînî de sînor kiriye, wek kirdeya şoreşger nedîtiye. Tevgera azadiya jinên Kurd ev sînor bezandiye û jinan wek kirdeyên ku jiyanê diguherin pênase dike. Ev paradîgma ne tenê teorîk, civaka etîk-polîtîk-ahlaqî ji nû ve ava diken, gavê rêxistinkirî dihûne. 
 
Di çînan de nedîtina jinan 
 
Metaryalîzma ku Marksist filozof Karl Marx û Friedrich Engels peş xistine binpêkirina jinan bi mulkiyeta taybet û civaka çînî ve girê dide. Friedrich Engels di pirtûka we ya ‘koka malbat, malê taybet û dewletê’ de şikestina dîrokî ya jinan bi malbatê ve girê dide. Ev teorî piranî jinan wek parçeyek çîna karkeran dinirxîne, nasnameya jinan di plana dawî de dimîne.
 
Ne di nava çînê de, hîmê çînî de 
 
Abdullah Ocalan di vê mijarê de ji analîza çînî ya Marksîst, qûtbûnek radîkal pêşniyar dike. Li gorî Abdullah Ocalan, ji ne tenê koleyên ewilin , gelê ku di dîroka şaristaniyê de hatiye pelçiqandin e.  Çewisandina jinan gava ewil a diçe avabûna dewlet, çîn û mulkiyetê.
 
Jîneolojî: Vegera zanînê a li xwediyê xwe 
 
Marksim pişta xwe dide zanîna jinan a hatiye xespkirin. Zanîna marksîst xwe dispêre aborî-polîtîkê. Lê jîneolojiya ku tevgera jinên Kurd pêş xistiye, xwe dispêre şifa, welidîn, zanîna xwezayê ya jinan ku hatiye çewisandin.Zanîna civakî û dîrokî ya jinan di zemîna epîstemolojîk de ji nû ve ava dike. Jîneolojî ne tenê nivîsandina dîroka jinê ye, di heman demê de hîmê fikra modernîteya demokratîk e. Jîneolojî bîra jinan ya hatiye çewisandin ji nû ve zindî dike û riya veguhezkariya zanînê vedike. 
 
Parçeyek çîna karkeran 
 
Jîneolojî bi tespîta Abdullah Ocalan ya ‘bêyî zanîna jinan zanîna heqîqetê jî nayê hilberandin’, pêvajoya çewisandina zanîna jinê tespît dike, hedef dike ku vê ji nû ve rêxistin bike. Teoriya marksîst jin di plana duyemîn de hiştiye û jin ne wek kirde, wek piştperdeyê hiştine. Jin di kevneşopiya marksîst de wek parçeyek çînê tên dîtin. Dîrokek aydê wan, felsefeyek jiyanê ya aydê wan nayê nasîn. 
 
Ne  têkoşîna çînî, hêza ji nûve avakirinê
 
Jîneolojî ji bo vê kêmasiyê tije bike,teşeyê hilberîna zanîna jinan ya der barê xweza, civak û dîrokê de rewa dike û dike pergal. Di vî alî de ne tenê rexneya femînîst, teoriyek zanînê ya alternatîf pêşniyar dike. Ev tecrubeya jinên ne tenê wek daneyek polîtîk, di heman demê de heqîqeta civakî bi xwe ye. 
 
Nokteya destpêka şoreşê azadiya jinê ye 
 
Nirxandina zanînê, azadiyê di Marksîzmê de di esasa çînî de tê nirxandin. Di Marksîzmê de azadiya jinê bi giştî encama şoreşê tê dîtin û rizgariya jinê piştî çareseriya naqokiya çînî tê. Lê ji bo tevera jinên Kurd, azadiy ajinê şoreş bixwe ye.  
 
Vejîna vê kirdeyê; bi jîneolojiyê re di asta pergala civaka ahlaqî-polîtîk de ji nû ve xwe rêxistin dike. Jin wek kirde di navenda paradîgma şoreşê de cih digirin. 
 
Berovajî şoreşa çînî ya ku Marksîzm pêşniyar dike, wek alternatîf gav û pêşniyarên şênber pêşkêş dike: 
 
Bi destê jinan avakirina civaka polîtîk-ahlaqî 
 
Civaka polîtîk-ahlaqî ne tenê ku kes bibin xwedî maf; di heman demê de bi bepirsyariyên civakî re jiyanek nû tê rêxistinkirin. Ev civak li dijî modernîteya kapîtalîst, avakirina civakek xwedî hişmend ya ku jin di navenda wê de ye esas hedef dike. Meclîsên jinan yên li Rojava hatine avakirin, komunên taxan, komunên edaletê û aboriyê jî gavên şênber yên vê modelê ne. 
 
 Mayîndebûna îdeolojiya rizgariya jinan 
 
Abdullah Ocalan di perspektîfa şand ji 12’emîn Kongreya PKK’ê re da zanîn ku îdeolojiya azadiy ajinan ne tenê polîkayek qadê ye; esas veguhertina civakî û rêxistî ye. Jîneolojî di vê demê de ne tenê çarçoveyek teorîk;bûye referansa pêvajoyên girtina biryarên stratejîk, perwerde û rêxistinê ye. Perspektîfa di kongreyê de hatiye pêşkêşkirin, diparêze ku jin êdî nayên temsîlkirin, raste rast bûne kirde û modela civaka nû. 
 
Komunên jinan, koperatîf û rêveberiya xweser 
 
Paradîgma azadiya jinan ne tenê di asta îdeolojîk û rêxistinî de; di avakirina jiyana rojane ya pratîk de jî veguhertinek kûr hedef dike. Ev hedef bi komun, koperatîfên ku jinan avakirine û rêveberiya xweser pêkan e. Di vî alî de Rojava yek ji qada şênber a ku ev paradîgma kiriye pratîkê ye. 
 
Ev li dijî modernîteya kapîtalîst jiyana komunal-kolektîf, li dijî rekabetê jî piştevanî, li dijî hiyerarşiyê jî wekheviyê esas digire. Jin di pêvajoya hilberînê de ne tenê kirde ne, di heman demê de xwe disprên modela polîtîk, civakî, çandî. Komunên jinan di heman demê de têkiliyên civakî ji nû ve pênaes dikin. 
 
Konferederalîzma jinan jî ne tenê modelek rêxistinî ya herêmê ye; di hemand demê de pergalek kûr a ku potansiyela veguhertina tora azadiya jinan ya global dihewîne ye.