TJK-F''yê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang

  • 16:36 27 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi wesîleya salvegera 3’yan a kampanyaya bi daxwaza azadî ji Rêber Apo re û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî tê domandin, ji bo meşa mezin a Kolnê bang kir.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo ku 27 sal in li Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, li ser navê mirovahiyê berxwedaneke mezin raber kiriye û hate destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo azadiya gelan e.
 
TJK-F’ê diyar kir ku bi saya paradîgmaya Rêber Apo, perspektîfeke jiyanê ya nû hate bidestxistin û destnîşan kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bûye “manîfestoya serdemê”.
 
TJK-F’ê ji bo meşa mezin banga tevlîbûnê kir ku wê 8’ê Mijdara 2025’an li Kolnê were lidarxistin.
 
TJK-F’ê got, “8’ê Mijdarê em ê bibin lehiya azadiyê. Em ê dil û dengê bi milyonan bikin yek û bigihînin Rêber Apo.”