'Divê ji bo qanûnên entegrasyona demokratîk gav bên avêtin'
- 11:03 27 Cotmeh 2025
- Ramyarî
ENQERE - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser vekişîna hêzên Tevgera Azadiyê nirxandin kir û diyar kir ku qonaxa yekem a pêvajoyê qediya ye û êdî dem hatiye ku em derbasî qonaxa duyemîn bibin û got,"Derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk û pêkanîna gavên qanûnî Pêwist e.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakırhan li Otêla Hilton a Enqerê derbarê pêşketinên dawî yên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de piştî biryara vekişîna Tevgera Azadiyê ya Kurd ji Tirkiyeyê civînek çapemeniyê li dar xistin. Di destpêkê de Tuncer Bakirhan mafê axaftinê girt.
Tuncer Bakirhan anî ziman ku ew di demeke ku dikare berê dîroka Tirkiyeyê biguherîne de ne. Tuncer Bakirhan, wiha domand: “Ev kêlî, bi keda her kesên demokrasîxwaz û jiyanê diparêzin bû. Piştî meşeke dirêj, em bi hêviyke mezin gihiştin qonaxa serdemeke krîtîk. Her bihosteke Tirkiyeyê bedeleke mezin da, êşên mezin hatin kişandin. Duh, geşedaneke dîrokî çêbû. Helbet, em ji nişka ve ne gihiştin vê qonaxê. Ka em li çend mehên derbasbûyî, heta çendek rojan binêrin. Di 1’ê Cotmeha 2024’an de birêz Bahçelî di bin sîwana Meclisê de silaveke ku hînbûnên heyî serûbin kir da. Gava din jî di 27’ê Sibatê de hat. Dengê li Îmraliyê bilind bû, rêgeha pevçûnên zêdetirî 40 sal in didome guherand. Banga birêz Ocalan a çekberdanê û xwefesixkirinê ya li PKK’ê kirî, ne tenê bangek bû; bû qonaxe diyarker ku di hafizeya dîrokê de cih girt.
Deriyekî nû vebû
Birêz Serokkomar hate cem koma partiya me û silav da û vê jî baweriya bi îradeya aştiyê xurt kir. Û piştre jî di 26’ê Cotmehê de, anku duh welatê me şahidiya gaveke gelek krîtîk û watedar kir. PKK a ku berê biryara xwefesixkirinê dabû, ragihand ku xwe ji sehaya Tirkiyeyê vekişandiye. Bi vê yekê re ji hemû cîhanê re got ku ew di çareserî û aştiyê de biisrar in. Ev biryar, deriyeke nû vedike û gaveke derfeta çareserî û aştiyê diafirîne ye.
Ev biryara vekişînê, îfadeya herî şênber a biryardariya di rêya aştiyê de ye. Gava, baweriya bêdawî ya bi çareseriya demokratîk û siyasî ye. Bangekî xurt a ji bo serdemeke nû, ruhekî nû ye. Biryara duh, ne tenê vekişîn e, her wiha gaveke xurt a ber bi pêşerojeke demokratîk ve ye. Ev gav, di heman demê de gava qezenckirina sedsala pêşiya me ye. Sedsala 20’emîn li vê xakê bû sedsala şer, êş, windahî û hêsiran. Hewceye sedsala 21’emîn bibe sedsala aştî, xwişk-biratî, wekhevî, pêşeroja hevpar û komara demokratîk. Dîrok, vê şensê dide me; hewceye em vê firsendê ji dest nedin.
Gavên siyasî û hiqûqî divên
Heke em bikarin vê pêvajoyê rast birêve bibin; dê Tirkiye mînakeke ku pirsgirêk bi rêya guftûgoyê tên çareserkirin ku hêviyê dide mirovahiyê, pêşerojê ronî dike diyarî dinyayê bike. Ji ber ku em ji vê bawer in; êdî ne dubarekirina êşên berê lê dema avakirina hêviyên pêşerojê ye. Êdî dema hevhembêzkirinê, yekbûn û xwişk-biratiyê ye. Di asta heyî de qonaxa yekemîn a pêvajoyê temam bûye. Biryarên kongreyê û piştre şewitandina çekan û bi temambûnan vekişînê re jî êdî rûpeleke nû hate vekirin. Niha jî bêyî ku em li bendê bin çareserî ji cihekî din were, dema wê ye ku em çîroka xwe bi xwe binivîsin. Em derbasî qonaxeke din a pir bêhtir krîtîk û jiyanî dibin. Anku dema avêtina gavên hiqûqî û siyasî û dema derbasbûna aştiya civakî ye. Ev qonax zehmet e lê ewqas jî watedar e.
Pêdivî bi şert û mercên nû heye
Divêtin pêvajo, bi mafan, bi azadiyan pêş bikeve. Hewcehî bi xurtkirina zimanê siyaset û demokrasiyê heye. Divê hiqûq bibe bingeha aştiyê û edalet jî bingeha pêşerojê be. Hem biryara duh hatiye ragihandin hem jî di avêtina gavên din de rola biryardariya birêz Ocalan pir mezin e û vîzyona wî ya aştiyê rê li ber vê vekir. Di şert û mercên herî giran de jî her tim helwesta wî li gel çareseriya siyasî bû. Di qonaxa em gihiştinê de jî hewldan, pêşdîtin, israr û rola avakirina aştiyê ya birêz Ocalan diyarker e. Lewma jî, ji bo ku bikare bêhtir înîsiyatîfê li xwe bigire û rêyan veke, hewceye ev derfet jê re bên avakirin.
Divê dewlet jî gavê biavêje
Ji vê pêvajoyê ne tenê aliyek lê aliyê dewlet û îktîdarê, burokrasiya ewlehiyê, pergala darazê û hemû avadaniya sazûmaniyê jî berpirsyar e. Divêtin hemû alî destê xwe deynin bin kevir. Hewcehî pê divê ku her kes li gorî îradeya aştiyê tevbigere. Reflek û gotinên neyînî yên berê hewceye bên terikandin û aqil û zimanê pêşeroja demokratîk esas were girtin. Ne hesta dijminatiyê lê divê hesta hemwelatiyê, ne pênaseya gefê lê divê pênaseya maf were kirin. Ne zimanê ewlehîperestiyê lê zimanekî azadîxwaz; ne polîtîkaya tirsê lê hewcehî bi polîtîkaya hêviyê heye. Parastvanên pergala berê, xwediyên statukoyê, hêzên herêmî û navneteweyî yên xwe bi şer xweyî dikin dibe ku bixwazin vê pêvajoyê têk bibin. Dibe ku provokasyonan jî bikin. Dibe ku senaryoyên tirsê ava bikin, kampanyayên reşkirinê bimeşînin... Lêbelê em ê bi biryar bisekinin. Em ê meşa xwe ya di rêya aştiyê de bidomînin. Em ê dev ji aştiyê bernedin. Bila her kes bi vê bizane. Dema wê ye ku niha îktîdar, muxalefet, dewlet, civaka sivîl, medya, akademî û her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.”
Qonaxeke nû hat derbaskirin
Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku ew di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de şahidiya kêliyeke pir kêmî caran tê dîtin dikin û wiha domand: “Ev kêlî, ne tiştekî rasthatî lê berhema îradeyeke saxlem a bi dehan sala ye didome û berhema kedê wê ye. Em niha derbasî qonaxeke nû dibin. Peywira me tevan a niha ew e ku em vê zemînê bi hûr û kûr birêsin û Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re ava bikin. Xwedîderketina derdorên cuda yên civakî ya li vê pêvajoyê, ji bo qezenckirina pêşeroja wekhev û hevpar pir girîng e. Û berpirsyartiyeke dîrokî ya her kesî ye.
Peywireke me ya dîrokî heye
Bêguman avakirina komarê tiştekî gelek girîng û biqîmet e. Lêbelê komar demokratîk nebû. Lewma jî pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê çareser nekir. Ev bû sed sal em pirsgirêkên mezin dijîn. Êdî sebra vî welatî nemaye ku sed salên din jî êşan bikişîne, bêhiqûqiyan bijî. Nema dikare êdî tehemûla wan bike. Ji bo ku di sedsala duyemîn a komarê de edalet û hiqûq were pêşxistin, ji bo jiholêrakirina newekheviyan û tacîdarkirina komarê ya bi demokrasiyê, peywireke dîrokî dikeve ser milê me tevan. Heke em rast bixwînin, gavên dîrokî yên di nava salekê de hatine avêtin, ji bo komar di sedsala duyemîn de demokratîk bibe firsendên mezin ji me re çêdike.
Avakirina aştiyê ya bi ferasete entegrasyona demokratîk, mefteya deriyê ber bi komara demokratîk vedibe ye. Ev pêvajo ne tenê siyasî ye, her wiha pêvajoya veguherîna çandî û civakî ye. Bi veguherîna hişmendî û civakî re hewceye em tevek bi hev re aştî û demokratîkbûnê ava bikin. Hewceye kesek xwe li derveyî vê pêvajoyê nebîne. Divê li bendê nesekinin. Dibe ku fikr û nirxandinên me ji hev cuda bin. Dibe ku rexneyên me hebin. Ev, hêzê didin me. Banga me ji bo rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên li Tirkiyeyê heye; weke egereke berpirsyartiya li hemberî civakên Tirkiyeyê; tevî fikar û gumanan jî xwedîderketina li aştiyê pir biqîmet e. Banga me ji bo jin û dayika ye; birînên herî xedar ên şer we di dilê xwe de jiya û hewceye em jin bibin avakerên sereke yên aştiyê. Dayikên ku bi dersokên spî bûne sembola aştiyê! Dayikên ku zarokên xwe yên ciwan binax kirin, nasnameya wan cuda lê êşên wan wekî hev! Yekkirina qêrîna aştiyê ya we dê bibe zemîna herî xurt a aştiyê. Banga me j bo ciwana ye; yên herî zêde bedel dayîn hûn in û em di wê baweriyê de ne ku hûn ê bi qasî ji dest tê xwedî li aştiyê derkevin. Avakirina aştiyê herî zêde li ser milê we ye.
Banga me ji bo dewlet û îktîdarê ye; bi qonaxa nû ya pêvajoyê re, bilez avêtina gavên siyasî û hiqûqî ji bo pêşketina pêvajoyê gelek girîng e. Em careke din dubare dikin; bendewariya civakê ji rêveberiya welat û Meclisê heye. Divê êdî dengê civakê were bihîstin.”







