Ji bo mîtînga Esenyurtê bang: Ji bo aştiyê em tên gel hev

  • 09:05 24 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
Elfazi Toral
 
STENBOL - Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar der barê mîtînga ku wê li Esenyurtê pêk bê bang kir û got: “Ji bo desthilatdariya ku pergalek rizyayî heyî dike biguhere û hem jî ji bo mayîndebûna aştiyê em tên gel hev. Em banga tevlibûnê li hemû kesî dikin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP),  Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) di 25’ê Mijdarê de bi dirûşmeya ‘Em ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê bi hev re têbikoşin’ wê li qada Esenyurtê mîtîngê pêk bîne. Di mîtîngê de wê gele kes biaxivin û balê bikşînin ser pirsgirêkên ku gel dijîn. Ji roja dîroka mîtîngê diyar bû li her navçeya Stenbolê,tax û kolanan xebatên ji bo mîtîngê tên meşandin.
 
Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar da zanîn ku li Stenbolê nasnameyên cuda dijîn, nifûsa Kurdan jî gelek zêde ye û got: “Li cihekî wisa bilindkirina deng tê wateya ku bila li Tirkiyeyê aştî mayînde bibe. Bi banga aştî û civaka demokratîk re ev demek dirêj e em ji bo aştiyê xebatan dimeşînin. Der barê aştiyê de me gelek civîn pêk anîn. Me hewl da em xwe bigihînin her kesî. Pirsgirêk û fikarên her kesî hebûn. Vê mîtîngê em tenê organîze nakin. Em bi sosyalîstên Tirkiye û tifaqên xwe re organîze dikin. Dema me ev bi tifaqên xwe re kirin me got bila kedkar, jin û nasnameyên cuda tevli bibin. Armanca mîtîngê mayîndekirina aştiyê ye. Ev ne tenê polîtîkayeke DEM Partiyê ye em behsa pêvajoyeke ku bandor li ser jiyane hemû kesî dike, dikin. Dema em dibêjin aştî jî mîtîng vê îfade dike.
 
‘Armanca mîtîngê’
 
Arîfe Çinar daxuyakirin ku ew bi dirûşmeya ‘em ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê bi hev re têdikoşin’ mîtîngê pêk tînin û got: “Armanca me ev e ku em aştiyê mayînde bikin, belav dikin. Ji ber 50 sale dewlet di polîtîka şer de israr dike û hewl dide wisa hebûna xwe bidomîne. Dema ev şer hat meşandin canê Kurdan pir şewitî. Gelê Kurd koçber bû, xizan bû, pirsgirêkên mezin jiyan. Niha li Tirkiyeyê krîzeke giran heye. Ev encam aşkere ye. Ji bo ev desthilatdariya ku pergala rizyayî didomîne biguhere û aştî pêk bê em tên gel hev. Em 25’ê cotmehê de li qada Esenyurtê ne. Em bang li hemû kesî dikin ku tevi mîtîngê bibin. Xebatên me li her derê didomin. Li 39 navçeyî xebatên me hene.  Em bang li hemû kesî dikin ku 25’ê cotmehê de saet di 15.00’an de li Qada Esenyurtê bin.”